Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Stenbolê biryar dabû ku 1ê Gulanê li Qada Taksîmê neyê pîrozkirin. Ji ber wê Qada Taksîmê û rêyên ber bi vê qadê ve diçin, bi bariyerên hesinî hatine girtin.
Ji Qada Taksîmê heta Tunelê hemû rêyên ku bi ser Kolana Îstîklalê ve derdikevin, bi barîkatên polîsan ve hatine girtin. Li van cihan li gel wesayîtan, çûn û hatina kesên peya jî hatiye qedexekirin.
Polîs destûrê nade wan kesên kargehên wan li herêmê ne ku beriya 1ê Gulanê divê navên xwe li bal Midûriyeta Emniyetê bidana nivîsandin.
Endamên Sendîkaya Hak-İş û Turk-İşê çûn Qada Taksîmê
Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Heq (Hak-İş) saet di 09.40 deqîqeyan de çûn Qada Taksîmê.
Mûstafa Şîşman, Serokê şaxê Stenbolê yê Hak-İşê li vir axivî ye û xwestiye ku mafên sendîkal ên karkeran bên dayîn.
Komeke ji endamên Sendîkaya Turk-İşê jî qurnefîl danîn Kaşê Kazanciyê ku 1ê Gulana 1977ê li vir 41 kes hatibûn kuştin.
Kom paşê ber bi Biryardeya Cumhuriyetê ve meşiya û bi slogana “Turk-İş li ku be em li wir in” paş de vegeriyan. Her weha slogana “Hikûmet xwe şaş neke, dest nede qidema me” berz kirine. (PT/EKN/FD)
* Ji bilî fotografê manşetê, fotograf û vîdeo: Pinar Tarcan, fotografê manşetê: AA