Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Erebistana Siûdiyê, di nûçeyeka xwe de eşkere kir ku dewletê ferman daye û li gor fermanê : Şirketên veguhestina hewayî yên Qetarê yên ku li Erebistana Siûdiyê ne, divê di 48 sietan de ofîsên xwe bigirin.
Li gor nûçeyê “Otorîteya Veguhestina Hewayî biryara betalkirina lîsansa/destûra şirketên Qetarê daye.”
Erebistana Siûdiyê, Bahreyn, Emîrîyên Ereban yên Hevgirtî û Misirê duhî eşkere kiribûn ku “ji ber Qetar piştgiriya terorê dike” wan têkiliyên xwe yên digel wê betal kirine.
Qetarê jî seferên balafiran ên ji bo wan welatên navborî betal kiribû.
Ji bo balafir biçin Qetarê dê bi mecbûrî bi ser Îran û Tirkiyeyê re bifirin û dema rêya xwe 3-4 sietan dirêj bikin. (HK/MB)
Çavkanî: airlinehaber.com, BBC, flightradar24.com