Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê li dijî tûndkariya polîsan a li ser rojnamegerên ku pêvajoya tayînkirina qeyûman li şaredariyên Mêrdîn, Êlih, Esenyûrt û Xelfetiyê dişopîne, daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de êrişên polîsan ên li dijî rojnamegeran hat şermezarkirin û wiha hate gotin:
“Azadiya çapemeniyê kevirê bingehîn ê xwegihandina agahiya rast û demokrasiyê ye. Lê belê tundiya polîsan û zextên îktidarê yên li bajarên wekî Mêrdîn, Êlih, Stenbol, Semsûr û Meletiyê û li gelek bajarên dinê, gefê li vî mafê bingehîn dixwe.”
“Rojnameger ji bo ragihandina bûyerên civakî, binpêkirina mafan a ji raya giştî re her wiha ji bo kêrhatina giştî peywira xwe dikin lê belê ew bi tundiya fîzîkî û derûnî tên astengkirin, tên desteserkirin û lêdanê dixwin.”
Bi domdarî hate destnîşankirin ku dê li dijî sepanên antî-demokratîk ên îktidarê yên li dijî çapemeniyê bêdeng nemînin.
Êriş û tundkariya li dijî rojnamegeran ên di hefteyên dawî de wiha hatin rêzkirin:
* Nûçegîhana JINNEWS'ê Derya Ren û nûçegîhanê Pirha Haberê Kamber Yildiz dema li herêma erdhejê kar dikirin ji aliyê cendermeyan ve bi GBT'ê rû bi rû man. Her wiha polîsan li Semsûrê du caran bi ser mala rojnamegerên lê diman, girtine. Lêpirsîn derbarê nûçeyên ku rojnamegeran çêkirine de çêbûye û hatiye xwestin zext bên veşartin.
* Piştî nûçeya derbarê dozgerê lêpirsîna Çeteya Yenidogan dikir de hat weşandin, Mudura Karê Nivîsê ya Rojnameya Pencere Nilay Can û Mudurê Karê Nivîsê yê halktv.com.tr Dinçer Gokçe hatin binçavkirin û ji bo parêzer Îrem Çîçek jî hepsa malê hat dayin. Piştî daxuyaniyên Wezîrê Dadê ev zext li çapemeniyê hatiye kirin û ev zext çarçoveya hiqûqê derbas dike, em dibin şahid ku ev vediguhere çavtirsandina rojnamegeran a ji aliyê îktidarê ve tê kirin.
* Dema qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Êlihê hat kirin bi ser Rojnameya Sonsoz a Êlihê ya ku çalakiyên şermezarkirinê dişopandin de hat girtin. Di serdegirtinê de nûçegîhanê rojnameyê Serhat Aslan hatibû xwestin bê binçavkirin lê belê bi mudaxaleya rojnamegerên din ên li buroyê serbest hat berdan. Gelek rojnamegerên geşedanên çalakiyên şermezarkirina qeyûman dişopandin bi astengiya polîsan rû bi rû man.
* Nûçegîhana JINNEWS'ê Pelşîn Çetinkaya û xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren ji ber ku çalakiya li Êlihê ya şermezarkirina qeyûman şopandin bi lêdanê hatin binçavkirin. Her du rojnameger piştî karê wan ê emniyetê hatin berdan.
* Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Yeşîm Tukel dema ku xwest çalakiya jinan a li dijî qeyûman a li Kadıkoyê têxe binê qeydê ji aliyê polîsan ve lêdan xwar. Zextên li ser rojnamegeran êrişeke cidî ya li ser xwedigihandina agahiyan a gel e.
* Ev bûyer li dijî peyamên çapemeniya azad û mafê mirovan ên navneteweyî yên Tirkiyeyê ne. Ev êrişana ne tenê mafên takekesî binpê dike di heman demê de mafê xwegihandina agahiyan a civakê jî binpê dike.
Daxwaz û banga saziyan
Di berdewamê de hate destnîşankirin ku tundiya li dijî rojnamegeran, li ser serdestiya hiqûqê, zelaliya hiqûqî û nirxên demokratîk ên Tirkiyeyê jî gefeke. Bi domdarî ev daxwaz û bang hatin kirin:
*Em daxwaz dikin ku zext, binçavkirin û tundiya polîsan a li ser rojnamegeran bi awayekî azad demildest bên lêpirsînkirin. Derketina pêşberî darazê ya berpirsan ji bo parastina demokrasiyê girîng e.
*Em daxwaz dikin ku helwesta astengkirina rojnamegeran a ji aliyê polîsan ve bi dawî bibe û li hemberî rojnamegeran rêzê nîşan bidin. Ji bo vê jî em daxwaz dikin ku polîs bên perwerdekirin. Ji ber ku hêzên ewlehiyê divê rêzê ji mafê girtina agahiyan a civakê re bigirin.
*Ji bo bidawîkirina zextên li ser çapemeniyê em îktidarê vedixwînin rêzgirtina ji bo azadiya çapemeniyê û raya giştî. Divê polîtîkayên tundî, zext û çavtirsandina li dijî çapemeniya azad bi dawî bibin.
Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên îmzeya wan li bin daxuyaniyê ne ev in:
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), DÎSK BASIN ÎŞ, Komeleya Medyaya Herêmî, Komeleya Jinên Rojnameger, Amed Haber Sen, MLSA û Nûnertiya TGSê ya Amedê.