Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ji bo ku Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn qetil kir, bertek nîşan dan.
Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), DÎSK Basîn Îş, Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê bi daxuyaniyên cuda êrîş şermezar kirin. Her weha rêxistinan xwest ku bila berpirsyarên mirina rojnamegeran li pêşberî edaletê hesab bidin.
Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG): “Kedkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, duh saet derdora 15.20’ê li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirrînê de hedef hatin girtin. Her du rojnameger, di encama êrişa bi SÎHA’yan a Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû. Em, êrişa li dijî hempîşeyên xwe şermezar dikin û qebûl nakin. Em ê li her qadê hesaba vê komkujiyê bipirsin û dev ji qetilkaran bernedin. Nazim û Cîhan, du rojnamegerên hêja bûn ku heqîqeta şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi raya giştî re parve dikirin. Bi hêza em ji wan digirin re em ê bi israr û bi înad rastiyan vebêjin.”
Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG): “Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin dema ji bo ragihandina heqîqetê xwe dixistin talûkeyê û peywira xwe bi cih dianîn bi êrişa SÎHA'yan jiyana xwe ji dest dan. Ew ê nikaribin rastiyan bêdeng bikin ! Ev êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî rojnamegeran hem sûcekî li dijî çapemeniya azad hem jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em ji bo kedkar Ezîz Hec Bozan jî şifayê dixwazin, em rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”
DÎSK Basin Îş: “Hedefgirtina rojnamegerên li herêmên şer tevî canê wan di xetereyê de jî rastiyan bi raya giştî re parve dikin, nayê qebûlkirin. Em hedefgirtina rojnamgeran şermezar dikin. Kesên li Filistîn û Sûriyeyê li herêmên şer dibin sedema mirina rojnamegeran divê li pêş edaletê hesabê bidin.”
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Şaxa Amedê: Rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn dema geşedanên li Sûriyeyê dişopandin, hatin qetilkirin. Li gorî îdiayê hevkarên me bi balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê hatine hedefgirtin. Em êrîşê şermezar dikin. Rojnameger dema ku erkeke pîroz pêk tînin nabe ku êrîş lê bê kirin. Divê berpirsyar bên dîtin û darizandin.
(HA/AY)