Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistinên Mafparêz ji bo 26ê Hezîranê Roja Piştgiriya bi Kesên Îşkence li Wan Bûye, duh li ber avahiya Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ya li Îzmîrê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV), şaxa Îzmîrê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Înîsiyatîfa Mafan, Komeleya Pira Gelan, Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD), Komeleya Dostanî û Piştevaniyê ya Îmece, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Odepa Doktoran a Îzmîrê, Platforma Şaxên Îzmîrê ya Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Dewletê (KESK) beşdarî civînê bûne.
Li gorî nûçay MAyê, Sekreterê Giştî yê TIHVê Coşkûn Usterciyî metna ku hatiye amadekirin li ser navê saziyan xwendiye. Usterciyî gotiye, “Divê dewlet beriya her tiştî dest ji wî tiştî berdin ku îşkenceyê weke amûra çewisandinê bikar tîni, lêpirsîna sûcên îşkencekirinê bi rengekî bibandor bikin û têkoşînê li dijî necezakirinê bidin.”
Usterciyî diyar kiriye ku Tirkiye li gorî berpirsiyariyên xwe yên peymanên li dijî îşkenceyê lê bar kirine, tevnagere: “Desthilata siyasî ya heyî, ji ekonomiye heta tenduristiya civakî, bi çavê pirsgirêka ewlehiyê li hemû pirsgirêkên welêt dinirê û di encama zext û zoriya her roja diçe zêdetir dibe û şêweyê birêvebirina li ser bingeha kontrolkirinê hatiye avakirin de, welat kiriye mîna qada îşkencekirinê. Çawa di 32 salên dîroka wê de bi qasî sala 2022yan kesên ku îşkence li wan bûne yan jî xizmên îşkencedîtiyan serî li TIHVê nehatibû dayîn.”
Coşkûn Usterciyî daxwazên xwe jî rêz kiriye ku ji hikûmetê xwestine li gorî hiqûqa navnetewî û tevbigere. (AS/FD)