Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
16 saziyên civaka sivîl ên navnetwî derbarê pêşnûmeya guhertina qanûna cezayan de metneke nivîskî weşandine û ji Tirkiyeyê xwestine ku cidaxwaziyê li dijî girtiyên siyasî neke.
Saziyan îro daxuyaniyeke hevbeş weyandine û bal kişandine ser hejmara girtiyên li girtîgehan ku gelekî zêde ye.
Saziyan diyar kirine ku şert û mercên paqijiyê li girtîgehan ne baş in û wiha berdewam kirine:
“Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku helwestên cidaxwaz li hemberî girtiyên siyasî pêk neyne. Rêzê ji mafên mirovan ên bingehîn ên hemû girtiyan re nişan bide û ji bo girtiyan nexweşiya Covid-19ê di serî de, ji hemû nexweşiyan biparêze û tedbîran bistîne. Girtiyên ixtiyar, nexweş, kêmendam û yên xwedî zarok demildest berde.”
Saziyên navborî daxwazên xwe wiha rêz kirine:
* Divê di serî de parêzer, rojnameger, siyasetmedar, hunermend, dadger û dozger, mafparêz û kesên ji ber tedbîrên rewşa lezgîn bi awayekî kêfî hatine desteserkirin û bi giştî girtiyên siyasî serbest bimînin û divê ev ji derveyî guhertina qanûnê neyên hiştin.
* Girtiyên ixtiyar, nexweş, kêmendam û xwedî zarok divê di serî de werin berdan.
* Divê ev daxwaz bi awayekî acil pêk werin.
Saziyên ku îmze dane metna navborî wiha ne:
*European Federation of Journalists
*European Centre for Press and Media Freedom
*Foundation of Day of the Endangered Lawyers
*Freemuse Association
*International Association of People's Lawyers
*International Observatory of Human Rights
*International Federation of Journalists
*Italian Federation for Human Rights
*Lawyers for Lawyers
*Lawyers' Rights Watch Canada
*Liga voor de Rechten van de Mens
*Platform for Peace and Justice
*Social Justice Advocacy Campaign
*The Open Dialogue Foundation
*The Arrested Lawyers Initiative
*The Media and Law Studies Association
(HA/FD)