Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê ku ji aliyê Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê (Wan TUHAY-DER), Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Wanê hatiye avakirin rapora xwe ya têkildarî girtîgehan aşkere kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî tev li civîna çapemeniyê ya li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hate lidarxistin bûn.
Endama OHDê Ebrû Demîrtepe ya naveroka hevdîtinên li Girtîgeha Tîpa F û Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgehên Tîpa L a Panosê, Tîpa T a Xelatê, Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê, Tîpa M a Baybûrtê û Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê bi giriyan re hatine kirin ragihandin bal kişand ku bi greva birçîbûnê re binpêkirinên mafan jî zêde bûne.
Girtiyên di greva birçîbûnê de ne
Demîrtepeyê diyar kir ku li hin girtîgehan kontrolên tenduristiyê yên rojane yên girtiyên di greva birçîbûnê de qet nayên kirin, li girtîgehên ku kontrol tê kirin jî ji aliyê bijîşkê revîrê ve nayê kirin, carna ji aliyê xebatkarê tenduristiyê ve û carna jî ji aliyê gardiyanan ve tê kirin û got:
“Li hin girtîgehan îaşeyan qet nadin girtiyên di greva birçîbûnê de, li hin girtîgehan jî xwê, şekir û karbonat tê dayîn, îaşeyên weke mast, ava fêkî hwd. nayên dayîn, bi taybetî li Girtîgeha Tîpa F a Wanê îaşeyî nadin girtiyên di greva birçîbûnê de û destûr nayê dayîn girtî bi pereyê xwe ji kantînê danûstandinê bikin û ji ber vê yekê ji ber astengî û sînorkirinên rêveberiya girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê veguheriye rojiya mirinê.”
Aktîvîteyên çandî û civakî qedexe ne
Demîrtepe, bi bîr xist ku vîtamîna B1’ê ji bo girtiyên ketine çalakiya grevê gelek girîng e û da zanîn ku li hin girtîgehan hevberê vîtamîna B1’ê tê dayîn û li hin girtîgehan jî ne vîtamîna B1’ê ne jî vîtamîna komplex a B12’ê qet nayê dayîn. Demîrtepe, bi lêv kir ku ji ber çalakiya greva birçîbûnê lêpirsînên dîsiplînê hatine destpêkirin û wiha got: “Ji me re hate ragihan din ku li hin girtîgehan cezayên dîsiplînê yên bi rengê ‘bêparhiştina ji aktîvîteyên çandî û sporê’ li hin girtîgehan ‘bêparhiştin an jî sînorkirina amûrên ragihandinê’ tên dayîn li hin girtîgehan girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê bi taybetÎ ji girtiyên din tên dûrxistin û têxin qawişeke cuda. Ji hêla girtiyan ve hate gotin nêzîkatiya li her girtîgehê ya li girtiyên ku ketine girêva birçîbûnê cuda ye, kontrola tendiristiyê li gorî grevê nayê kirin, ji bo grevê îaşeyên guncaw nayên dayîn û her girtiyên ketine grevê bi lezgînî bi lêpirsînên dîsîplînê re rû bi rû mane.”
Bang li rêveberiyên girtîgehan kirin
Demîrtepe, ya bang li rêveberiyên girtîgehê kir, ev tişt gotin: “Divê ji aliyê bijîşkê girtîgehê ve ji bo her girtiyê dikeve greva birçîbûnê dosyaya tenduristiyê were çêkirin û kontrolên tenduristiyê yên rojane bên kirin û li dosyayê bên nivîsandin. Di çarçoveya daxwaza girtiyên di çalakiya grevê de divê her roj îaşeyên weke ‘xwê, şekir, karbonat, ava fêkî, dew, mast û hwd.’ ku têra girtiyan bikin bên dayîn. Dîsa divê rojê bi komî 500 mg vîtamîna B1’ê teqez bê dayîn. Ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne der barê grevên birçîbûnê de bibin xwedî agahiyeke têrker divê nota agahdarkirinê ya ji aliyê Yekitiya Tabîbên Tirk ve di çarçoveya mafê wan ê tenduristiyê de hatiye amadekirin ji her girtiyekî re bê dayîn. Ji ber vê yekê, ji bo vê çalakiya pasîf ku zerarê nade pergal û xebitandina girtîgehê, divê li hemberî girtiyan dozên dîsîplînê neyên vekirin. Divê lêpirsînên dîsiplînê yên hatine destpêkirin demildest bên paşve kişandin.”
Demîrtepeyê bang li Wezareta Dadê û Meclisê kir û weha got: “Em tînin bîra Wezareta Dadê û saziyên têkildar ji bo ku daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê lêkolîn bikin, daxwazên wan li gorî mevzuata neteweyî û navneteweyî pêk bînin û ji bo ku ji ber grevên birçîbûnê nûçeyên din ên xirab ên li girtîgehan neyên girtin, divê demildest hevdîtinên malbat û parêzeran bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê re werin kirin. Diyar e ku girtiyên li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi girtiyên li girtîgehên din ên Tirkiyeyê re xwedî heman mafan in, nabe ku pêkanînên şexsî werin kirin û ji ber vê jî mijara ku tê xwestin rakirina pêkanîna tecrîdê ye, ev jî bi awayekî zelal li dijî mevzûata hiqûqî ye. Şertê bingehîn ê dewleta hiqûqê ew e ku rêveberî û desthilat divê li gorî qanûnan tev bigerin.”
“Divê tecrîd were rakirin”
Demîrtepe, bi bîr xist ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê meseleya kurd e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya kurd û pêkanîna qada siyasî ya demokratîk, bi rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan a li gorî mevzûata qanûnî ya heyî û hebûna sîstemeke hiqûqê ya li ser bingeha mafên mirovan ên azad û adîl, ve girêdayî ye. Eşkere ye ku pêşeroja Tirkiyeyê encax bi qebûlkirina nirxên hiqûqî yên demokratîk û gerdûnî weke aqlê dewletê dikare bê ewlekirin. Weke saziyên sivîl ên civakî ku di qada mafên mirovan de xebatan dimeşînin; Em bang li hemû raya giştî ya neteweyî û navneteweyî û saziyan dikin, bi taybetî wezareta dadê ji bo parastina mafê jiyanê yê girtiyên di greva birçîbûnê de û ji bo bidawîkirina grevên birçîbûnê, rakirina tecrîdê bi qebûlkirina daxwazên wan ên maqûl û hiqûqî re, tavilê bikevin nava liv û tevgerê û dawî li binpêkirina mafan a li girtîgehan bînin.”
(AS/AY)