Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norveçê ye, daye zanîn ku di meha Hezîranê de li Îranê 52 kes hatine bidarvekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê rêxistinê ragihandiye ku rejîma Iranê di nava 6 mehan de herî kêm 354 kes bidarvekirine.
Li gorî rapora rêxistinê; di meha Hezîranê de herî kêm 14 girtiyên belûc û 5 girtiyên Kurd hatin bidarvekirin. Di daxuyaniyê de hatiye bibîrxistin ku di meha Gulanê de jî 142 kes hatine bidarvekirin û bûyerên bidarvekirinê di meha Hezîranê de ji sedî 63 kêm bûne.
Di berdewamiya raporê de cih dane daxuyaniya Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mahmood Amiry-Moghaddam.
Amiry-Moghaddam, bang li civaka navneteweyî kiriye ku li dijî kuştinan bêdengiya xwe bi dawî bikin û xwedî helwest bin. Her wiha bang kiriye ku ji bo xelaskirina girtiyên cezayê îdamê lê hatiye birîn bikevin nava hewldanan.
(AY)