Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) biryara Dadgeha Bilind a ji bo erêkirina cezayên li Osman Kavala, Can Atalay, Çîgdem Mater, Tayfun Kahraman û Mine Ozerden hatibû birîn, şermezar kirin.
TIHV û ÎHDê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya îro de diyar kir û got, "Biryara Dadgeha Bilind a Doza Geziyê tê wê wateyê ku êdî daraza li Tirkiyeyê tenê wekî mekanîzmaya cezakirina siyasî dixebite û hemû hîmên hiqûqî terikandiye."
Rêxistinan diyar kirin ku bi biryarê ne tenê kesên di Doza Geziyê de tên darizandin, her kesên ku berpirsyariya binpêkirina mafên mirovan û wêrankirina xwezayê girtine ser milê xwe jî ceza dike:
“Bi zanebûna ku esasê parastina mafên mirovan, kapasîteya dîtina bêedaletiyê ye, em ê bi rik û înadê ji bo parastina edaletê li dijî neheqiya ku bi vê biryarê hatiye peytandin bidomînin.
“Biryarên Destûra Bingehîn, PMME û DMMEyê pêkbînin”
TÎHV û ÎHDê bi bîr xistin ku li gorî Danezana Parêzvanên Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) dewlet neçar e ku parêzvanên mafên mirovan biparêze.
“Em bang li desthilata siyasî dikin ku demildest dawî li zextên xwe yên li ser darazê bîne, biryarên Destûra Bingehîn, peymanên navneteweyî yên ku hatine îmzekirin û bi taybetî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û DMMEyê pêkbînin. Mafparêzî nayê cezakirin. Divê demildest zext û çewisandina hiqûqî yên li ser mafparêzan bê rawestandin.”
(AS/AY)