Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistinên hiqûqê derbarê 9em danişîna Doza 10ê Çiriya Pêşiyê Qetlîama Enqereyê de daxuyanî dane. Danişîn di 10ê Adarê de li 4em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hatibû.
Di danişîna 10ê Adarê de lijneya nû ya dadgehê beriya ku destpêbike danişîn bi dawî kiribû û salon terikandibû.
Rêxistinên hiqûqê di daxuyaniya xwe de weha gotiye:
“Nayê qebûlkirin ku daxwaza edaletê ya kesên tevlî danişîna Doza 10ê Çiriya Pêşiyê Qetlîama Enqereyê bûne wek heqaret û têkdana sîstemê bê binavkirin. Serokê dadgehê dema danişîn taloq kiriye, gotiye, ‘'Heke ji niha û pê ve ev yek pêk were, ez ê jî heman tişt bikim'. Serokê dadgehê xwestiye bi vê çav tirsandinê pêk bîne û ev yek nayê qebûlkirin.
Rêxistinên hiqûqê yên îmzeya wan li bin daxuyaniyê ne ev in:
Hiqûqnasên Dadxwaz, Piştevaniya Parêzeran, Tevgera Parêzeran, Sendîqeya Parêzeran, Koma Parêzerên Hevdem, Komeleya Hiqûqnasên Hevdem, Hiqûqnasên Demokrasîxwez, Piştevaniya Hiqûqnasiyê, Komeleya Nêrîna Çep di Hiqûqê de, Komeleya Hiqûqnasên Kartalê, Parêzerên Demokrat yên Azadîxwaz û Hiqûqa Civakî.
Çi bûbû?
Di 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2015ê di mîtînga aştiyê êrîşeka bi bombeyan hatibû kirin.
Li ciyê teqînê 69 kes, bi giştî 103 kes û du êrîşkar miribûn.
Piştî êrîşê polîsan gaz avêtibû ser kesên mirî, birîndaran û kesên ku dixwestin alîkariyê bidin wan. Ji ber wê nexweş bi derengî birin nexweşxaneyê, kesên ji teqînê rizgar bubûn ji ber gazê travma derbas kirin. Ciyê bûyerê nehat parastin û ekîbên kontrolê û dozger zûbizû neçûn ciyê bûyerê. Ekîp piştî teqînê bi saet û nîvê, wekîlê serdozger jî nêzîkî du saet û nîv piştî bûyerê çûn qadê.
Îdianameya derbarê êrîşê de 13yê Tîrmehê ya 2016yê hat qebûlkirin. Ji bo 36 kesan doz hat vekirin û hat diyarkirin ku fermana êrîşê ji hêla Îlhamî Bali berpirsê Tirkiyeyê yê Dewleta Îslamê (DAIŞ) daye.
Di îdianameyê de hatiye gotin ku êrîşa Pirsûsê jî heman kesan organîze kirine. Ji bo Bali û 13 kesên bersûcên din ji ber “kuştina bi zanebûna gelek kesan” 100 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin. Dîsa ji ber “hewldana ji holê rakirina pergala destûrî” cezayê heta hetayê û hewldana kuştina bi zanebûn jî ji 5 hezar û 83 salan heta 7 hezar û 820 salan cezayê girtinê hat xwestin.
Doza derbarê êrîşê de 7ê Çiriya Paşiyê ya 2016yê dest pê kir û hîna berdewam dike.
(EMK/AY)