Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) li ser mafparêzên ji bo li Tirkiyeyê azadiya xwe-îfadekirin dixebitin daxuyanîyek da.
Bixwîne - Rojnamegeran ji bo manşeta Rojnameya Turkiyeyê, nerazîbûna xwe diyar kir
Berpirsê Ofîsa Bakurê Ewropayê ya RSFyê, Johann Bihrî got:
“Kampanyayek heye dixwaze tirs bê hestkirin û mixalif bêdeng bibin, hikûmet rêxweşkera vê kampanyayê ye. em vê kampanyayê şermezar dikin.”
Çi bûbû?
Rojnamegerên Li Derve eşkere kir, ew nerazî ne ku bi kiriyarên wan mafparêzên li Girava Mezin hatîn girtin têne sûcdarkirin.
10ê Nîsanê li Girava Mezin a Stenbolê komek mafparêz ên ku ji bo perwerdeyê kom bûbûn hatin desteserkirin.
Nivîskarê quncikeka rojnameya Turkiyeyê, Batûhan Yaşarî dûhî nivîseka bi navê “li Girava Mezin çi çêbû?” nivîsî. Nivîsa Yaşarî li manşeta rojnameyê jî hat belavkirin. Li gor nivîsa wî “rêxistina îstixbaratê civîn ji beriya pêk bê di dema amadekariyan de sekinandiye û bûye asteng ku di 24ê Tîrmehê de xîyanetek bê kirin.”
Li gor nivîskarê navborî komeka WhatsAppê ya bi navê “Em ê di 24ê Tîrmehê de bi hev re azad bin” hatiye amadekirin û di wê komê de amadekariyên “xiyanetê” hatiye kirin.
Însyatîfa Rojnamegerên Li Derve eşkere kir, girtiyên Doza Cumhuriyetê dê di 24ê Tîrmehê de bêne dadkirin. Însyatîfê ji bo wan dest bi kampanyayekê kiriye. Însyatîfê eşkere kir di 24ê Tîrmehê de ew ê li ber deryê Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê siet 09.00ê protestoyekê pêk bîne.(AS/MB)