Rêxistina Parastina Zarokan (Save the Children) têkildarî zarokên li herêmên şer dijî raporek belav kiriye. Li gorî raporê zarok herî zêde di sala 2025an de li herêmên şer jiyaye ango rûbirûyê şer bûne.
Di heman demê de binpêkirinên wekî rêgirîkirina li gihîştina alîkariyên mirovî, revandin û tundkariya zayendî bi awayekî berbiçav zêde bûne.

Li Afganistanê 3,7 milyon zarok bi xetereya birçîbûnê re rûbirû ne
Di rapora herî nû ya rêzeraporên bi navê "Şerê li Dijî Zarokan Rawestînin" de hat eşkerekirin ku sala 2025an li cîhanê 589 milyon zarok li herêmên şer jiyane.
Ev hejmar ji sala 1990î û vir ve ku tomarkirina amaran dest pê kiriye amara herî bilind e û ji du qat zêdetirî hejmara giştî ya nîvê salên 90î yên sedsala borî ye.

Artêşa Îsraîlê di 20 rojên dawî de 490 zarok qetil kirin
Birêvebirê Rêxistina Parastina Zarokan a Almanyayê Florian Westphal got:
"Ji bo bi milyonan zarokan tirs, tundî û koçberî bûne beşek ji jiyana wan a rojane."
Westphal her wiha amaje pê kir ku divê ev amar ji bo civaka navneteweyî bibin"zengilekî hişyarkirinê."
Herêmên şer ên ku zarok lê dijîn
Li gorî raporê sala 2025an li parzemîna Afrîkayê û li Rojhilata Navîn ji her 5 zarokan nêzîkî 2 zarok li herêmên şer jiyane.
Li cîhanê ji zarokên ku li herêmên şer dijîn jê ji sedî 44ê wan tenê li parzemîna Afrîkayê ye.
Rêjeya zarokên ku li wê parzemînê rûbirûyê şer dibin di 15 salên borî de ji 3 qatan zêdetir zêde bûye; sala 2010an ji sedî 12 bû lê sala 2025an derketiye ji sedî 39an.

UNICEF: Ji Helebê 228 zarok gihîştin Rojava
Li Rojhilata Navîn jî sala 2025an ji sedî 40,2yê zarokan li herêmên şer jiyane. Hejmara zarokên ku li herêmê di bin bandora şer de mane bi rêjeya nêzîkî ji sedî 29an zêde bûye; sala 2024an 52 milyon zarok bûn, sala 2025an derketiye 67 milyon zarokî.
Binpêkirinên metirsîdar
Li gorî raporê di sala 2025an 8 hezar û 322 bûyerên piştrastkirî yên rêgiriya li alîkariyên mirovî hatine tomarkirin ku li gorî dehsaleke berê 16 qat zêde bûye (sala 2015an tenê 509 bûyer û sala 2005an tenê 8 bûyer hatibûn tomarkirin).
Piraniya van bûyeran li Filistînê bi 5 hezar û 946 bûyeran hatine tomarkirin ku ev hejmar zêdetirî ji sedî 70yê hemû bûyerên tomarkirî yên cîhanê pêk tîne. Bi vî awayî, rêgirîkirina li alîkariyên mirovî piştî kuştin û kêmendamkirina zarokan bûyeduyem binpêkirina herî berbelav.

2025: Zarokan di bianet kurdiyê de çawa cih girtiye?
Komkirina binpêkirinan
Li gorî lêkolînê, Neteweyên Yekbûyî bi giştî 38 hezar û 967 binpêkirinên giran ên li dijî zarokan ên sala 2025an piştrast kirine ku piştî amara rekor a sala 2024an (41 hezar û 763 binpêkirin) duyem amara herî bilind a salane ye.
Zêdetirî nîvê van binpêkirinan tenê li 3 deveran qewimîne ku ew jî Filistîn, Komara Demokratîk a Kongoyê û Nîjerya ne.
Tenê li Filistînê 12 hezar û 449 binpêkirinên piştrastkirî hatine tomarkirin ku nêzîkîsêyeka hemû bûyerên li cîhanê ye.

UNICEF: Li Xezeyê rojane 28 zarok dimirin
Amarên herî berbiçav ên binpêkirinên sala 2025an ev in:
Li gorî raporê, di şer de 14 hezar û 224 zarok hatine kuştin an kêmendam bûne. Di revandina zarokan de hejmareke rekor hatiye tomarkirin ku gihîştiye 5 hezar û 128bûyeran.
Hezar û 787 bûyerên tundiya zayendî hatine tomarkirin (di dehsaleke borî de bi rêjeya ji sedî 71 zêde bûye û ji sedî 86ê bûyeran li herêmên şer ên Afrîkayê, bi taybetî li Kongoû Sûdanê qewimîne).
Êrişên li ser dibistan û nexweşxaneyan ji bo sala 5an li ser hev zêde bûne û gihîştine 2hezar û 930 bûyeran; bi 837 êrişan li ser axa Filistînê û 643 êrişan li Ukraynayê ji nîvîzêdetirî êrişên cîhanê pêk anîne.
(AY)
*Çavkanî: Rudaw



