Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Sîbel Çapraz di sala 2015ê de li Geverê hatibû birîndarkirin û girtin. Çapraz ji wê demê ve di girtîgehan de ye û niho li Girtîgeha Bakirkoyê ye.
Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê eşkere kir ku divê du emeliyatên TIBî li Sîbel Çaprazê bêne kirin û rêxistinê ji bo vê yekê tevgerek daye dest pê kirin.
Rêxistinê da zanîn “rayedar ji bo wan emeliyatên TIBî dibin asteng ku heke neyê kirin Sîbel Çapraz dikeve di xetera mirinê de.”
Li gor Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê “divê emeliyatên kolostominê û inversiyonê bilez bêne kirin.”
Rêxistinê bangî hemî mafparêzên mafên mirovan diparêzin kir ku ji bo piştgitriya tevgera ji bo Sîbel Çaprazê îmzeyê biavêjin.
Çi bûbû?
Cihgira serokê giştî yê Dîwana birêvebiriya Colemêrgê, Sîbel Çapraz di meha Ciriya Paşiyê de beşdarî xwenîşandana derêxistina dengan bûbû.
Çapraza ku nexweş bû dihat dermankirin. Ji beriya li nexweşxaneyê pêvajoya dermankirina wê temam bibe hatiye girtin, bijîşkê wê dîyar kiriye ku ‘’xetera mirina’’ Çaprazê heye.
(EKN/MB)