Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê têkildarî xwepêşandanên piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ji aliyê “polîsên exlaqî” ve li seranserê Îranê pêk hatine, daxuyaniyek daye.
Di daxuyaniya xwe de, Rêxistina Mafên Mirovan ragihandiye ku heta niha 83 kes li bajarên cuda yên Îranê ji aliyê pasdarên Îranê ve di xwepêşandanên seranserî Îranê de hatine kuştin.
Rêxistinê aşkere kiriye ku heta niha li Mazenderanê 26, li Gîlan 11, li Azerbaycana Rojhilat 11, li Kirmaşanê 6, li Sine 6, li Elburz 5, li Tehranê 4, li Kuhgiloye û Buyar Ehmedê 2, li Esfehanê 2 , li Xoresana Rezewî 2, li Zencanê 2, li Qezwîn 2, li Simnan 1, li Îlamê 1 û li Buşêhrê jî kesek hatiye kuştin.
Her weha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku gelek xwepêşander û çalakvanên sivîl hatine desteserkirin û desteserkirin berdewam dike.(EMK/AY)