Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê têkildarî welatiyên Kurd ên di berxwedana “Jin jiyan azadî” ya piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin û hatin girtin raporek weşandiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di raporê de hatiye diyarkirin ku bi sedan Kurd bi hinceta tev li şoreşê bûne hatine girtin lê wan tenê navê 202 welatiyên Kurd ên girtî tespît kirin e û di raporê de cih daye cezayên li wan kesan hatiye birîn.
Kesek darvekirine
Di raporê de hat destnîşankirin ku li 201 welatiyên Kurd ên girtî bi giştî 715 sal û 6 meh û 17 roj cezayên giran hatine birîn û ji vî cezayî 21 sal û 6 meh hatiye taloqkirin. Bi giştî 2 hezar û 227 cezayê qamçîkirinê li wan kesan hatine birîn û her wiha cezayê pereyan û cezayê têkiliyên civakî hatine birîn.
Her weha li gorî raporê kesek jî hatiye darvekirin.
Piraniya wan jin û zarok in
Di raporê de hatiye gotin ku ji wan 202 kesan herî kêm 196 kes ciwan û zarok in û îşkence li wan hatiye kirin û cezayên girtîgehê û qamçiyan li wan hatiye birîn. Her wiha di raporê de hat gotin ku di berxwedanê de herî kêm 23 aktîvîstên jin ên Kurd jî hatine girtin.
(AY)