Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
"Di nav civakê de ji bo entegrasyon û qebûlkirinê de rengê mirovan girîng û şertê serteke ye."
Alkr. Doç. Dr.Lulufer Korukmez lili Zanîngeha Egeyê di Beşa Civaknasiyê de akademîsyen e. Ew ferqmeyilî û pirsgirêkên li kar û dibistanan yên Tirkên Afro (civata ku ji eslê xwe Afrîqayî ye û li Tirkiyeyê dijîn) wiha tîne ziman.
Komaleya Çand, Alîkarî û Hevgirtinê ya Afrîqayiyan di sala 2016an de hatiye damezirandin. Derbarê Tirkên Afrîqayî ku ji ber rengên xwe ferqmeyilî li wan tên kirin de; qeydan digire, xebat û lêkolînan pêk tîne.
Akademisyen Korukmez jî di xebatên derve yê komeleyê de cih digire û tecrubeyên xwe yên di vî warê de qeyd dike.
Neviyên koleyên ku dema Osmaniyan de ji Afrîqayê hatine anînKal û pîrên Tirkên Afro dema Osmaniyan de weke kole ji Afrîqayê anîna Anatolyayê. Ew niha zêdeyî li herêma Egeyê dijîn. Akademisyenê Zanîngeha Sabanciyê Hakan Erdem li ser koledariya dema Osmaniyan de dixebite û diyar dike ku ji destpêka avakirina dewletê ve koledarî her tim hebûye. Li gorî Erdem di sedsala 19. de 10 hezar kole ji Afrîqayê anîne welatê Osmaniyan. Ew kesên ku niha li Tirkiyeyê xwe weke Tirkên Afrîqayî didin naskirin, neviyên wan koleyên ku li Anatolyayê dane xebatê ne. Zarokên ji Hecê hatine revandin Dema Osmaniyan de kolekirina gele wan bu xwe qedexe bû. Bo vê yekê zêdeyî köle ji Afrîqa û Kafkasyayê dihat anîn. Koleyên Afrîqayî bi zêdeyî ji Sûdan, Habeşistan û Çadê bûn. Ew kesên kole yan di şer de weke esîr hatibûn girtin, an jî taciran wan revandibûn. Her wiha kesên diçûn Hecê, zarokên reşreng direvandin û dianîn welatê Osmaniyan. Kole nikaribûn bibin xwedî mal û milk Dema Osmaniyan de ji koleyan re digotin kul, cariye, odeger an jî xulam. Bi zêdeyî di harem, zevî û karên malan de ew didan xebatê. Di nav hiqûqa Osmaniyan de behsa koleyan jî dihat kirin. Li gorî wê yekê di welatê Osmaniyan de fîrotin, sitandin û diyarîkirina koleyan hebû. Her wiha kole nikaribûn bibin xwedî mal û milk. Ev maf li wan hatibû qedexekirin. Ziman û çanda wan hat tinekirin Dema Osmaniyan de ji bo koleyan qedexe bû ku nikaribûn bi zimanê xwe bipeyvin û îbatên xwe yên olî pêk bînin. Ji ber vê yekê wan kesên Afrîqayî nekarîn ziman û çanda xwe li ber jenerasyona piştî xwe hîn bikin. Ji ber vê yekê Afîqayîyên li Tirkiyeyê dijîn (Tirkên Afro), nizanin ka bav û kalen wan beriya niha bi kîjan zimanî diaxivîn. |
“Performans”a ji wan tê çaverêkirin
Tirkên Afro bi zêdeyî li gundan dijîn. Yanê perwerdehî wisa hêsanî bi dest wan nakeve. Eger dest bi dibistanê bikin jî, perwerdehiya xwe di nîvî de dihêlin. Yên ku perwerdehiya zanîngehê xelas kirine gelek kêm in. Du sedemên vê yekê hene: Feqîrbûn û ferqmeyîliya ji ber rengên wan.
Tirkên Afro dema dest bi perwedehiyê dikin, li dibistan û derdor ferqmeyilî li wan tên kirin. Ew jî li dibistan û kargehên lê dixebitin hewl didin ku vê ferqmeyîliyê ji holê rabikin.
Alkr. Doç. Dr. Korukmez wiha dibêje:
“Ew eger bi kesayeteke xwerû û dihalê xwe de bijîn, ti merîfeteke deste wan de nebe ango nexwazin hewldaneke ji bo qebîlbûna nav civakê bikin; her tişt bo wan zêdetir zehmet dibe. Yekê ji wan ku ez pere axivîbûm digot ku dema ew derdikeve ser dike, performansa wî/ê baş be û kincên li gorî modeya populer li xwe kiribe; hêsatir din av civakê de qebûl dibe.
“Minak porê xwe gundilî û dirêj bikin, moriyan bi têlê porê xwe ve bikin… Yanê daxwaze civakê şêrîbûn e û ew jî wiha bersiv didin vê yekê. Ev gotinê min jî dibe ku bime xweştir be lêbelê, ev yek cûreyeke ferqmeyîliyê ye.
“Ti kes mecbûr nîne ku şêrîn û xwedî merîfet be. Eger di pêvajoya perwerdehiyê de helwesteke wiha were qebûlkirin, wê zarok bi hêsanî perwerde bibin.”
Hayîdarbûn
Alkr. Doç. Dr. Korukmez dibêje li dibestanên ku zarokên Tirkên Afro lê perwede dibin, ji bo zarokên din û weliyên wan jî divê perwerdehî û pêkanînên ji bo hayîdarbûnê were kirin.
“Ji bo zarokên nû dest bi perwerdehiyê dikin, di nav fêrgehê deqebûl bibin divê dersdêr û rêvebirên dibistanê pêvajoyeke xurt û baş pêk bînin. Di vê pêvajoyê de zarok ji ber namûçik û tinazkirinan ji dibistanê sar dibin.
“Divê mirov ji bo di zarokan de têgihiştina rengên cuda û hevpariyê bixebite.”
Şêrînbûn, Xweşikbûn û Erebbûn
Rojnameger Alev Karakartal him li komeleyê him jî bi awayekî ferdî derbarê Tirkên Afro de lêkolînan dike.
Karakartal tîne bîra xwe ku dema zaroktiya wê de bi taybetî demên krîzê de ferqmeyîlî li wan wê hatiye kirin:
“Tu demên xweş de gelek xweşik û şêrîn î. Lêbelê eger krîzeke piçûk jî pêk were zarokan digot “ereb û ereb” û tu ji koma xwe dûr dixistin. Dema zaroktiya min de wan peyva zencî (rengreş) nizanîbûn.
“Dema êdî ez bûme jineke xama, wan ji fîlmên Amerîkî peyva “zencî”yê hînbûn û êdî digotin “zenciyê pis”. Heta carek yekî ji min re got, negro.
“Welatê me ecêb e. Em dîroka koletiya li welatê xwe diçin ji yên Amerikayê hîn dibin.”
Di pirtûkên dersan de temsîliyet nîn e
Komele di nav du salên dawî de Almanên Afro (Afrîqayîyên li Almanyayê) diyarê Tirkiyeyê dikin û bi Tirkên Afro re tînin cem ev.
Alkr. Doç. Dr. Korukmez di van hevdîtinan de tespîteke xwe yê balkêş ya derbarê zarokên diçin dibistanê de bi me re parve dike:
“Me dît ku zarokên Tirkên Afro, bi pirtûkên zarokên Almanên Afro re eleqeder didin. Ji ber ku di pirtûkên destê zarokên Almanên Afro de mirovên rengreş, malbatên rengreş û her wiha malbatê rengspî jî hene. Yanê di vê warê de müfredat-programa perwerdehiyê gelek girîng e.
“Di pirtûk û materyalên din de eger cih bidin tiştên wiha, wê zarok temsiliyeta xwe bibine, nas bike û xwe jê re nêz bibine. Bêguman ev pêvajoyeke dirêj e, lê divê bi vî awayî destpê bike.”
Malbatên Tirkên Afro car caran ji hin kanal û weşanxaneyan daxwaz dikin ku pirtûkên mirovên rengreş tê de ne çap bikin û xêzefîlman nişan bidin. Lêbelê heta vê demê, ti alî ji wan re bersiveke baş nedaye.
Di riya rêxistinê de hevdîtina yekem
“Mûstafa Olpak ji bo Tirkên Afro bîne cem hev û ji bo parastina çanda wan xwestiye vê komeleyê damezirîne. Xwestiye ku têkilî di nav me de hebe û hebûna kevneşopiya me were parastin. Ez li gund nehatime dinê. Ez piştre hatim Îzmîrê. Ji min re gotin wê komeleyek were damezirandin, tu dikarî bibî alîkar?
“Min ji wan pirsî ka ev komeleyeke çawa ye. Dema ez pê hesiyam ku komeleyeke çandî ye, min ew vexwend Ayvalikê. Beriya komeleyê min wî nas nedikir. Ew hate serdana me û pirtûka “Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike (Arap Kizi Camdan Bakiyor)” bi xwe re anî bû. Em axivîn, me pirtûk xwend û piştre me biryar da ku komeleyê damezirînin.”
Mûstafa Olpak di Cotmeha 1953an de li Ayvalikê hatiye dinê. Ew zarokê pêncemîn ê Mehmetê Resmonî û Kemaleya Girîtî ye. Di nasnameya wî de rojbûna wî weke 1ê Çileya 1955 hatiye nişandan. Piştî dibistana pêşîn xelas dike, li atolyeya tornayê dest bi kar dike. Piştî leşkerîbûnê li Îzmîr Karabaglarê di Komaleya Mala Gel de xebat dimeşîne. Di 1979an de nîjadperestan bi ser malak gel de güle direşînin û Olpak jî ji cok û mile xwe birîndar dibe. Di ser de jî wan di wî halê de binçav dikin. Di serdema 12ê Îlonê de salek di girtîgehê de ma. Piştî ji zindanê derket êdî mile wî wekê berê baş nebû. Ji ber vê yekê nekariya kare tornayê êdî bike û wî jî dest bi mermergeriyê kiriye. Di salên 90î de biryar daye ku bîranînên xwe binivîse û li ser kok û malbata xwe dest bi lêkolînan kiriye. Tenê tişta ku dizanibûye ew e ku malbata wî ji Kenyayê hatiye revandin û wan anîne welatê Osmaniyan. Pirtûka “Li Derdora Kenya-Gîrît-Stenbol Biyografiyên Koleyan (Kenya-Girit- İstanbul Kıyısından İnsan Köle Biyografileri-Ozan Yayincilik/2005)” bi vî awayî derkete holê. 3 sal şûnde Weşanên Puntoyê pirtûkê nûjen kir û ji nû ve çap kir. Olpak damezirênerê Komeleya Çand, Alîkarî û Hevgirtina Afrîqayiyan e û serokê yekem jî ew e. Di Cotmeha 2016an de wefat kiriye. (Çavkanî: Köklerini araştıran adam Mustafa Olpak - Ayda Kayar) |
Pêngava yekem ji bo damezirandina Komeleya Çand, Alîkarî û Hevgirtina Afrîqayiyan ku niha Şakir Doguluer serokê wî ye, bi vî awayî pêk hatiye.
Komeleya Tirkên Afro bi pêşengtiya Mûstafa Olpak de di 2006an de dest bi xebatê dike û rola xwe ya ji bo civandina wan bi cih tîne. Saya serê wî de kesên ku bi salan weke “Ereb” hatine binavkirin, êdî weke “Tirkên Afrîqeyî” tên naskirin.
“Mûstafa Olpak berxwedana mafxwaziyê di çenteyê xwe de digerand”
“Olpak destpêkê de ji ber nekarîne ofîseke ji xwe re kirê bikin, her tiştên xwe di çenteyê de digerand. Çiqas kariye, gihiştiye kesan û bi wan re axiviye. Carcaran wî baş pêşwazî nedikirin û li çend cihan bere wî dan. Lêbelê wî got, “Ev riyeke dirêj e” û xebatê xwe dewam kir.
Ligel hevalên xwe, demek zû de gelek pêş dikive. Tirkên Afroyan li civakê daye zanîn û naskirin.
Xebatê wî bi Tirkiyeyê re sînorkirî nemaye, ji qada navneteweyî gelek akademisyen û lêkolîner tevli van xebatan bûne. Cejna Noginê di kevneşopiya Afrîqayê de nirxeke girîng e û bi wan xebatên hatiye kirin ve êdî ew cejn li Îzmîrê hat pîrozkirin.
Gelek kes ji ber wefatkirina Olpak xemgîn bûye. Serok Doguluer dibêje: “Ew keseke jîr û zana bû. Carcaran hin dengen ku dişibin yê wî tê min û ez dibêjim a niha ew ê were.”
Doguluer: “Me jî got ku em henin”
Doguluer der barê Mûstafa Olpak de wiha dibêje:
“Emrê xwe ji bo komeleyê derbas kir. Wekê zarokê xwe ji komeleyê hez dikir. Wî gelek tişt li ber me hîn kir. Bi saya komeleyê em di nav xwe de civiyan û me got ku em henin. Ji ber cudahiya renge me gelek caran navûçikan li me dikirin û bela xwe li me dixistin. Lêbelê piştî avabûna komeleyê, me wan tiştan pişt guh kir û me got ku ew şerma wan bi xwe ye. Vê komeleyê roja me ronî kir. Em çiqas sipasiyê xwe li Mûstafa Olpak bikin hindik e.”
Doguluer behsa projeya Mûstafa Olpak ya avakirina gundê Afrîqayî dike û dibêje: “Wî dixwest gundeke ku lokanta hotel û saziyên din li gorî kevneşopiya Afrîqayê be, were avakirin. Ev proje hê jî di rojeva me de ye.”
“Cejna Noginan: Mizginiya Biharê”
Gelên Afrîqayê ji bo hatina biharê Cejna Noginan pîroz dikin. Li Nîjeryayê neteweya herî mezin Yoruba ye. Ev cejn nirx û kevneşopiya wan ê qedîm e. Ji vî zêdetir, li Senegal, Togo, Sûdan û Kenyayê jî tê pîrozkirin. Bi gelê Afrîqayê ev cejn sembola bereket û xweşiyê ye.
Di wan civakan de ji rûspiyên olî re dibêjin godya û di merasîma cejnê jî ew pêşengtî dikin. Gadyo ji jinan pêk tê û weke kesên birehm tê naskirin. Li gorî wê baweriyê, ew xwediyê hêzên pîroz û mezin in. Cejna Noginan dema Osmaniyan de her sal di meha Gulanê hefteya yekem de dihat pîrozkirin. Di vê demê de hemû kole destur dikirtin, bo wan betlane bû û ji têkilîdayîna navbera xwe de vê merasîmê lidardixistin. Di vê merasîmê de bi pereyên jinên galyo kom kirine ve, noginek dihat kirin û wê noginên weke qurban belav dikirin.
Cejna Noginan ji sala 2016an vir ve bi pêşengtiya Komaleya Alîkarî, Çand û Hevgirtina Afrîqayiyan ve li Stenbol û Îzmîrê tê pîrozkirin. Lêbelê di salên dawî de guhertinek hatiye kirin ku qurban nayê dayîn. Pirozbahî 3 roj didome, geştî û panel tên lidarxistin. (AT-FD/NU/HK)ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew "karên nû" dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
*Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.