Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Îranê Piştî ku di 15ê Çiriya Paşiyê de bihayê benzînê 3 qatan hate zêdekirin, gelê Îranê li gelek bajaran dest bi çalakiyan kiribû. Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) herî kêm 208 karker mirine.
Philip Luther, Dîrektorê Berevaniyê û Lêkolînê yê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Başûr ê Rêxistina Efûya Navnetewî, gotiye, “Ev hejmara tirsnak a miriyan, bêrêziya şermdêr a rayedarên îranî li dijî jiyana mirovan nîşan dide.”
Lutherê diyar kiriye ku divê kesên ji mirinan berpirsiyar hesab bidin.
Herî zêde li Tehranê xwenîşander hatine kuştin
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku herî zêde li bajarê Şehriyarê yê girêdayî Tehranê xwenîşandar hatine kuştin.
Rêxistina Efûyê roja înê daxuyaniyek dabû û gotibû ku hejmara miriyan 161 e.
Çi bûbû?
Piştî biryara toleyan a DYAyê ya li ser Îranê, aboriya Îranê ketibû nava krîzê û herî dawî di 15ê Çiriya Paşiyê de li ser zêdekirina buhayê benzînê, li gelek deveran xwenîşandan pêk hatibûn.
Di dema xwenîşanan de rêveberiya Tehranê hefteya borî li hemû Îranê înternet asteng kiribû.
Rêveberiya Tehranê îda dike ku tiliya hêzên derve di bûyeran û xwenîşandanan de heye. (EMK/FD)
Fotograf: Ajansa Anadoluyê