Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî beriya danişîna ku dê sibê (Çarşema 11ê Kanûna Paşiya 2023an) pek were, ji bo Prof. Dr. Şebnem Korur - Fincanciyê daxuyaniyek daye.
Milena Buyum, Kampanyagera Pilebilind a Tirkiyeyê a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di daxuyaniyê destnîşan kiriye û gotiye:
“Dadgehkirina pisporekê tipa edlî ya ji bo banga lêpirsîneke serbixwe ya li ser îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî bi awayekî zelal binpêkirina sîstema dadwerî û cezê ye. Ev pêngava zordest a hiqûqî ya Tirkiyeyê bi eşkere ji bo bêdengkirina Prof. Fîncanciyê ye û peyameke xerab ji bo mafparêzên din armanc dike.”
"Divê bê şert û merc were berdan"
Buyumê axaftina xwe wiha bi dawî kiriye:
“Divê Şebnem Korur Fincanci demildest bê beraetkirin û bê şert û merc were berdan.”
Di meha Kanûnê Pêşiyê de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî tevlî Enstîtuya Li Dijî Işkenceyê ya Danîmarkayê (DIGNITY), Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, Konseya Rehabîlîtasyona Navneteweyî ya ji bo Qurbaniyên Îşkenceyê, Doktorên ji bo Mafên Mirovan (PHR), REDRESS û Yekitiya Doktorên Cîhanê Bijîşkên Cîhanê bûye ku wan jî ji bo serbest berdana Korûr-Fîncanciyê bang li rayedarên Tirkiyeyê kiribû.(EMK/AY)