* Fotograf: Alae Fatravi / AA - Idlib / Sûriye
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ji bo metirsiyên derbarê mafên mirovan û berpirsiyariyên rayedaran ên piştî erdhejên 6 û 20ê Sibatê de daxuyaniyek weşandiye. Di 6ê Sibatê de li Mereşê bi pileya 7,7 û 7,6ê, di 20ê Sibatê de jî li Hatayê bi pileya 6,4ê erd hejiyabû û bandor li Tirkiye û Sûriyeyê kiribû.
Rêxistina Efûyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku divê di her şert û mercan de mafên mirovan bên parastin.
Dîrektorê Ofîsa Herêmî ê Ewropayê yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Nils Muižnieksî gotiye ku "Krîzên mirovahiyê yên ji ber vê erdheja metirsîdar derketine holê, rewşa hesas a ji berê de li Tirkiyeyê û Sûriyeyê hebû kûrtir kir û hişt ku rewşa mafên mirovan xerabtir bibin."
Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê de behsa metirsiyên derbarê mafên jiyanê yên li Tirkiye û Sûriyeyê, parastina li beramberî desteserkirina kêfî, ewlehiya mirovan, qedexeya îşkence û kiryarên din ên xirab, azadiya xweîfadekirinê û bîrêxistiniyê, mafên kesên ji cihên xwe hatine derxistin, penaber, penaxwaz û koçberan de û çendîn mijarên din ên bi mafên mirovan ve girêdayî hatiye kirin.
Rêxistina Efûyê destnîşan kiriye ku divê starî, xwarina têr, ava paqij, derfetên paqijiyê û xizmetên tenduristiyê bên dabînkirin û mafên ekonomîk, civakî û çandî jî bên parastin.
Her weha bal kişandiye ser rewşa mafên jinan, zarokan, kesên ji cihên xwe hatine derxistin, kal û pîr, kêmendan, LGBTI+, kêmnetewên etkîn û nîjadî û komên di bin xetereyê de ye û gotiye ku ev derdor tekez di dema xebatên alîkariyê de divê bên çavdêrîkirin û pirsgirêkên wan bên çareserkirin. (EMK/FD)