Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Efûya Navnetewî kampanyayeke çalakiya bilez daye dest pê kirin. Rêxistin bi vê kampanyayê daxwaz dike ku Osman Kavala û Yîgît Aksakoglû bên berdan ku ji ber doza Geziyê hatine girtin û tohmetên li ser 16 endamên rêxistinên civaka sivîl ji holê bên rakirin.
Dadgehê 4ê Adarê îdianame qebûl kiribû. Dozgerî ji bo 16 kesan bi îdiaya ku berxwedana Geziyê ya 2013ê “bi rê ve birine”, “xwestine hikûmetê ji nav bibin an jî nehiştine wezîfeya xwe bike” ceza xwestibû.
Di kampanyaya Rêxistina Efûyê de hatiye gotin ku “îdianame tijî tohmetên bêbingeh e” û Osman Kavalayê 16 meh û Aksakoglûyê 4 meh e ku girtî ye “bi tohmetên ji derveyî rastiyê û bu awayekî kêfê ji azadiya xwe hatine dûrxistin”.
“Taybetmendiya bingehîn a protestoyên Parka Geziyê aştiyane bû”
Rêxistina Efûyê di metnê çalakiyê de bang li Abdulhamît Gul, Wezîrê Berevaniyê kiriye û wiha gotiye:
“Ji ber qebûlkirina îdianameya li ser Osman Kavala, Yigît Aksakoglû û 14 giregirên rêxistinên civaka sivîl ez gelekî bifikar im.
“Taybetmendiya bingehîn a protestoyên Parka Geziyê aştiyan e bû û di îdianameya navborî de ji bo wan kesên behsa navê wan tê kirin ti delîlên bi ewle yên ku têkiliya wan û bûyerên tundkariyê ango tevliheviya civakî re çêbike, nehatine pêşkêşkirin.
“Ji ber wê, ji bo serbestiya Osman Kavala û Yîgît Aksakoglûyî û hemû tohmetên li ser 16 endamên rêxistinên civaka sivîl bên rakirin, ez bang li we dikim ku hûn hemû gavên di nava sînorên erkên xwe de biavêjin”. (AS/FD)