Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî daxuyaniyek belav kir û tê de got ku dibe di demeke kurt de biryara darvekirina Ramîn Huseyîn Penahî, girtiyê kurd li Îranê, pêk bê û li dijî vê biryarê kampanyayek da dest pê kirin. Biryara darvekirinê ya Penahî Kanûna Paşiyê ya 2018ê hatibû dayin.
Beşê Pêkanîna Cezayî aşkere kir ku piştî meha remezanê biqede wê 15ê Hezîranê cezayê Penahî weke bicîanîn. Rêxistina Efûyê aşkere kir ku Penahî piştî dadgehkirineke neadil hatiye dayin û cezayê darvekirinê li wî birîne û hişyariya wî tiştî da ku dibe di demeke kurt de bê darvekirin.
Dema darvekirinê her tê guhertin
Parêzerê Penahiyî ji Rêxistina Efûyê re ragihandiye ku ji bo di 17ê Gulanê de Penahî were darvekirin dosyaya wî ji Daîreya Pêkanîna Cezayan a hejmar 4ê ya li bajarê Senendecê re hatiye şandin. Senendec li eyaleta Kurdistanê ya Îranê ye.
Rayedarên girtîgehê di 19ê Gulanê de diyarkirine ku piştî meha remezanê biqede ew ê di 15ê Hezîranê de Penahî dar ve bikin. Beriya niha hatibû aşkerekirin ku wê Penahî di 3yê Gulanê de bê darvekirin û ji bo ji darvekirinê re weke amadekirin Penahî xistibûn bin tecrîtê.
Lê li ser bertekên raya giştî rayedaran biryar girtibûn ku darvekirina wî taloq bikin û Penahî careke din şandibûn qawîşa giştî ya li girtîgehê.
Di encama dadgehkirina saetekê de ceza lê hat birîn
Daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya ji bo Penahî wiha ye:
“Ramîn Huseyîn Penahî yê 22 salî, 16ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê di encama dadgehkirina ku saetekê berdewam kir de û ne li gorî dadgehkirineke bi ti awayî adil sûcdar hatiye dîtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.
“Malbata wî diyar kiriye ku Penahî dema li Senendecê derketiyê pêşberî Dadgeha Şoreşê, li laşê wî şûna îşkenceyê hebûye. Lê dadgehê ferman ji bo lêkolîna wan îdiayên ku dibêjin “ji bo Penahî li sûcê xwe mikur were zor lê kirine” nedaye.
“Dadgehê ji ber endamtiya Komala rêxistina muxalif a kurd a qedexekirî Penahî bi tohmeta ‘biçekbûna li dijî dewletê” sûcdar qebûl kiriye û cezayê darvekirinê daye wî.
“Di navbera wê dema ku hatiye girtin û ceza lê hatiye birîn de Penahî tenê carekê karîbû parêzerê xwe bibîne. Ji bo vê hevdîtinê demeke kurt hatiye veqetandin û li wî ciyê hevdîtinê rayedarên istixbaratê jî hebûne. Dadgeha Bilind biryara cezakirinê û cezayê darvekirinê di Adara 2018ê de erê kiriye.
“Piştî ku hatiye girtin şeş mehan îşkence dîtiye”
“Ramî Huseyîn Penahî cara pêşiyê 23yê Hezîrana 2017ê hatiye girtin. Piştî ku hatiye girtin çar mehan ti agahî jê nehatiye wergirtin. Li gorî zanyariyên ku Penahî bi xwe daye di van çar mehan û du mehên piştî wê yên di bin tecrîtê de rayedarên Wezareta Istixbaratê û yên Parazvanên Şoreşê gelek caran îşkence lê kirine.
“Dîsa rayedaran destûra dermankirina Penahî nedane ku dema hatiye girtin birîndar bûye.” (AS/FD)
* Ji bo zanyariyên zêdetir û ji bo kampanyaya îmzeyê bitikîne