Rêxistina Efûyê: 130 hezar kesên ixrackirî li hêviya edaletê ne
![Rêxistina Efûyê: 130 hezar kesên ixrackirî li hêviya edaletê ne](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/202/000/original/aforgutu___510.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ofîsa Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûya Navnetewî bi navê “Ixrackirinê Bêveger: Rêya Çareseriyê Ji Bo Kesên Li Tirkiyeyê Ji Saziyên Dewletê Hatine Ixrackirin Tune Ye” raporek amade kiriye. Rêxistina Efûyê di raporê de behsa ixrackirina 130 hezar karmendên ku di encama Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan de (KHK) ji saziyên dewletê hatine avêtin kiriye û li ser biryarên Komisyona Lêkolînê ya Karên Di Dema Rewşa Awarte de sekiniye.
Ji bo aşkerekirina raporê li ofîsa li Stenbolê civîneke çapemeniyê hat çêkirin.
Beşek ji raporê wiha ye:
* 130 hezar karmendên ku hatine ixrackirin li hêviya edaletê ne.
* Komisyona Lêkolînê ya Karên Di Dema Rewşa Awarte De, ji bo biryarên ixrackirinê yên di encama KHKyan de hatine dayîn, Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2017ê hatiye avakirin. 125 hezar serlêdan hatiye kirin û Komisyonê heta 5ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê tenê ji bo 36 hezar serlêdanan biryar dabû.
* Tenê 2 hezar û 300 biryarên ixrackirinê hatine encamdan.
* Komisyon ne bi armanca dabînkirina rêya hiqûqê ya bibandor hatiye avakirin.
“Komisyon pirsgirêkan çareser nake”
Andrew Gardner, Lêkolînerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî rapor nirxand û diyar kir ku ev rapora duyeme ya derbarê ixrackirinan de.
Gardnerî got, komisyonê ji bo çareseriya pirsgirêkên ixrackirinan ti tiştek nekiriye û derbarê mijarê de wan ji Wezareta Dadê û Komisyona Rewşa Awarte daxwaza hevdîtinê kiriye.
Gardnerî destnîşan kir ku di mijara ixrackirinan de bêdengiyeke mezin heye û wiha berdewam kir:
“Li Tirkiyeyê bêdengiyeke mezin heye. Dewletên cîhanê jî li hemberî van bêedaletiyan bêdeng in. Em vê rewşê qebûl nakin. Ji ber vê bêdengiyê em difikirin ku wê ixrackirinên nû çêbibin.” (EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN HEZÎRAN 2024
Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin
![Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/07/02/erkekler-haziranda-34-kadini-oldurdu.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)