Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina Bexişînê ya Navneteweyî îro raporek belav kir. Rêxistinê ji YEyê xwest ku divê ew Tirkiyeyê wek ‘’cihê ewle’’ nehesibîne û penaberan neşîne wê derê.
Rêxistinê da zanîn ku wan raporeka bi navê ‘’ Sitargeha ne ewle: Penaberên li Tirkiyeyê baş nayên parastin’’ çêkiriye.
Tiştên tên serê penaberan
Li raporê hat eşkerekirin ku Tirkiye nikare çareseriyê li halê ji sê milyonan zêde penaberan bike.
‘’Penaber nikarin mafên penaberiyê di demekê kurt de bistînin carinan bi salan li benda mafên penaberiyê dimînin li vê demê carinan zarokên neh salî jî mecbûr dimînin ji bo alîkariya mala xwe bixebitin.
‘’Piştguhkirina berpirsiyan’’
Birêvebirê Ewropa û Asyaya Navîn yê Rêxistina Bexişînê, John Dalhuisenî dîyar kiriye peymana di navbera YE û Tirkiyeyê de ‘’ne hiqûqî ye û piştguhkirina berpirsiyariyan e.’’
(YY/MB)