Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Wêne:Anton Klepke
Rêxistina Bexişîna Navneteweyî kampanyaya “Ji mafan binivîse” da destpêkirin. Di çarçoveya wê kampanyayê de, di mehên Mijdar û Kanûnê de wê ji çar aliyê dinyayê gelek kes ji bo kesên mafên wan ê mirovî hatine binpêkirin ji rayedaran re name binivîsin û îmze bişînin.
Şaxa Tirkiyeyê ya Rêxistina Bexişîna Navneteweyî îsal wê li ser 4 dosyeyan bixebite.
Yek ji wan kesan aktivîstê mafê mirovan Parêzer Eren Keskin e.
“Bila Eren Keskin neyê girtin”
Di metna kampanyayê de derbarê Eren Keskin de wiha hat gotin:
“Keskin ji ber derbarê Ûgûr Kaymazê ku di meha 2014an de ji hêla polîsan ve hatibû kuştin, di nivîsekê xwe de helwest û ramanên xwe anîbû ziman, bi îdiaya ‘dewleta tirk bêrûmet kiriye’ hat mehkûmkirin.”
“Ji wê demê heta niha Keskin li rojnameya Ozgur Gundemê weke berpirsa weşana giştî xebitiye û ji ber vê jî gelek caran bi girtinê re rû bi rû maye.”
“Eren Keskin ji ber daxwaza edaletê dike, dibe ku were girtin. Rêxistina Bexişîna Navneteweyî hewl dide ku li Tirkiyeyê astengiyên li ber azadiya xweîfadekirinê were rakirin û Eren Keskin neyê girtin.”
Qahîre, Çîn û Amerîka
Di çarçoveya kampanyayê de herwiha ji bo Mahmûd Ebû Zeyd Şavkanê ku di 14ê Tebaxa 2013an de li Qahîreyê wêneyê çalakiya rûniştinê dikişand û ji ber vê hat girtin, rastî îşkeceyê hat; daxwaz bê kirin ku ew serbest were berdan.
Prod. Îlham Tortî ji tirkên Ûygûran e û ji ber polîtîkayên dewleta Çînê ku li ser gelê wî tê kirin rexne kiriye, hate girtin û cezayê hepskirina heta hetayê lê hat dayîn. Di çarçoveya kampanyayê de wê bê xwestin ku ew serbest were berdan.
Edwar Snowden jî li Amerîkayê weke agahiyên îstixbaratê bi rojnamegeran re parve kiriye tê sûcdarkirin û niha li surgunê dîjî. Bi vê kampanyayê ve wê ji Barack Obama bê xwestin ku, derbarê wî de biryara serbestberdanê bide.
Derbarê kampanyaya “Ji bo mafan binivîse” de
Rêxistina Bexişîna Navneteweyî her sal beriya 10ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de kampanyaya “Ji bo mafan binivîse!” lidar dixe. Kampanya cara yekem di sala 2001an de li Polonyayê hat lidarxistin.
Ji sala 2001an vir di çarçoveya kampanyayê de her sal ji bo kesên mafên wan hatine binpêkirin, ji rayedaran re name û îmze tê şandin.
*Derbarê kampanyayê de agahiya berfireh di vê lînka hanê de ye.
Eren Keskin kî ye?
Parêzer e. Nivîskara Ozgur Gundemê ye. Demekê bûbû Herberpirsa Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê.
Ew demek bû Alîkara Serokê Giştî ya Komaleya Mafê Mirovan (KMM) û piştre jî bûbû seroka şaxa Stenbolê.
Wê weke mafparêzekê hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin: Xelata Aştiyê ya Aachenê (2004), Xelata Diristî û Wêrektiya Polîtîkayê ya Theodor Haeckerê (2005).
(AS/YO)