Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê eşkere kir ku mafparêzên li Girava Mezin hatîn desteserkirin bi sebebên “bêbingeh û dûrî aqilan” hatine desteserkirin. rêxistinê xwest demildest ji bo serbestberdana mafparêzan xebat bêne dest pê kirin.
Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê eşkere kir ku mafpêrêz “ji ber fikrên xwe mehkûm in. Bi keyfane desteserkirina kesan li hiqûqa navneteweyî qedexe ye. “
Kesayetên naskirî yên mafparêz 5ê Tîrmehê li Girava mezin hatibûn desteserkirin û hê jî desteserkirî ne. Serdozgeriya Stenbolê biryar da ku ew kesên desteserkirî dê 14 rojan desteserkirî bin.
“10 mafparêz 28 sietan bêyî ku agahî ji bo xizmên wan bêne dayin bi awayekê nehiqûqane hatine desteserkirin.”
Rêxistina Bexişîyê bang kir ku bila ji bo wezîrê dadê name bêne şandin. Navnîşên Wezareta Dadê ev in:
Adalet Bakanı Bekir Bozdağ (Bekir Bozdag Wezareta Dadê)
Adalet Bakanlığı(Wezareta Dadê), 06659 Ankara, Türkiye
Fax: +90 312 419 33 70
e-mail: [email protected]