Xwediyê Xelata Nobelê J. M. Coetzee, lîstikvan Sir Stephen Fry, û serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez jî di nav de rewşenbîr û hunermendan banga çareseriyek aştiyane ji bo pirsgirêkên li Sûriyeyê û naskirina mafên Kurdên li Rojava kirin.
Di bangewaziyê de hate gotin ku xeyala afirandina welatekî ku hemû beşên civakê tê de mafên demokratîk hebin, ji ber nêzîkatiya yekalî û otokratîk a rejîma nû ya li hember kêmneteweyan tê astengkirin.
Her weha di bangewaziyê de hate teqez kirin ku şerê navxweyî yê bi salan li Sûriyeyê bûye sebeba êşên mezin; divê nakokiyên heyî bi diyalogê werin çareserkirin, û divê daxwaza azadiyê ya gel were naskirin.

180 hunermend û aktîvîst: Êrişan bi dawî bikin, statuya Rojava nas bikin
Metna bangewaziyê weha ye:
Banga ji bo Rojava
Şerê li Sûriyê êşên mezin çêkirine, hem ji ber destwerdana aktorên derve û hem jî ji ber bandora şerê navxweyî. Bi hatina rêveberiya Ehmed el-Şaraa di Çileya 2025’an de serdemeke nû dest pê kir. Xeyala avakirina welatekî ku hemû beşên civakê tê de mafên demokratîk hebin, ji ber nêrîna yekalî û otokratîk a rejîma nû ya li hember kêmneteweyan hatiye astengkirin.
Di sala dawî de, pêşî gelên Elewî û Durzî yên li rojava û başûrê Sûriyê dijîn, û niha jî Kurdên li Rojava yê bakurrojhilatê Sûriyê bûne hedef.
Tenê li Helebê, di şerê meha dawî de, di nav du rojên de zêdetirî 150 hezar Kurd ji mal û warên xwe hatine derxistin.
Niha, hemû Rojava dibe hedef, û hewl tê dayîn ku berxwedana qehremanî ya jinan û daxwaza azadiya tevahiya gel were tepisandin.
Em banga rêyek aştiyane ji bo çareserkirina nakokiyên li Sûriyê dikin.
Em bang dikin ku divê ev êrîş bi dawî bibin, pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareser kirin, û mafên Kurdan li Rojava werin naskirin.
Rewşenbîr û hunermendên ku îmzeya wan li bin metnê ne ev in:
J. M. Coetzee (Nivîskar, xwediyê Xelata Nobelê)
Naomi Klein (Nivîskar)
Brian Eno (Muzîsyen)
Sir Stephen Fry (Aktor, Nivîskar)
Roberto Saviano (Rojnameger)
Yanis Varoufakis (Ekonomîst)
Siri Hustvedt (Nivîskar)
Philippe Sands (Parêzer, Nivîskar)
Burhan Sonmez (Nivîskar)
(AY)

