Rewşanê yekem albûma xwe ya ji qeydiyên konsera zindî pêk tê weşandiye. Navê albûmê "Live Session Vol.1" e. Di albûmê de 12 stran hene ku hemû jî di konserê de bi rengekî zindî hatine qeydkirin.
Stranbêj Rewşan di salên dawiyê de hunermendeke geleke berhemdar e. Single, vîdeo-klîp û konserên wê, karên wê yên hevbeş ên bi hunermendên din re, di rojevê de her cih digirin. Rewşanê di 23yê Îlona 2022yan de li Îzmîrê, li Şanoya Servekirî ya Ayfer Ferayê konserek dabû.
Rewşan di vê konserê de bi ekîbeke qerebalix derketibû ser dikê û stranên xwe strabû. Di komê de kemanjen, gîtarjen, daholjen, klarnetjen û gelek stranbêjên din hebûn. Rewşan bi xwe jî weke konserên xwe yên din, di vê konserê de jî li enstrumanan xistiye û dika konserê bi rengekî çalak bikar aniye.
Rewşanê vîdeoya vê konserê li ser hesabê xwe yê YouTube-ê weşandibû. Niha jî heman konser weke albûmeke muzîkê hatiye sazkirin û li ser hemû platformên dijîtal hatine weşandin.
Di vê konserê de Rewşanê stranên xwe yên di albûmên xwe û konserên xwe yên berê de strabû, bi rengekî zindî pêşkêş kiribûn ku "Lo berde", "Taxa Filla", "Kirasê Te", "Gulê" beşek ji wan e.
Di metna danasînê de albûma navborî bi van gotinan hatiye penasekirin: "Live albûm, (tê wateya qeydiyên zindî yê konseran) îddayeke muzîk ango muzikjeniyê ye. Sererastkirina wê hema bêje mînimal e û bi qewlê zemanê berê ev der "ciyê şêran e". Di heman demê da mihbeta komekî ye ku ev demeke dirêj e bi hev ra heman zimanî dipeyîvin. "Helbet em hinek xeletî dibihîsin, lê me sererast nekir, ev jî tercîhek bû. Yanî samîmîyetek jî heye tê da."
Derbarê Rewşanê de
Muzîkjenek e. Li Stenbolê dijî. Kemanjen, berhevkar û nivîskara stranan e. Li Stenbolê hunerên spehî ya Perayê beşa keman û viyolayê qedandiye, di heman demê de ji beşa psîkolojî û lîstikvaniyê mezûn bûye. Ji bilî xebatên xwe yên muzîkê, belgefîlma "Dengên Bakur" ku li ser wêjeya devkî ya kurdî û bîra çandî amade û pêşkeş kir. Albûma wê ya yekem "Ax Lê Wesê", ji qeydiyên malê pêk hatiye. Ji bilî bi dehan sîngilên wê, bi albûmek bi navê "Tov" weşandiye ku besteyên wê jî tê de bûn.
LIVE SESSION VOL.1 (KUNYE)Producer: Rewşan Keman/Ukulele/Vocal: Rewşan Aranje/Bas Guitar/ Back Vokals: Hakan Gürbüz Gitar/Back Vokals: İpek Ektaş Dahol: Erkal Öztürk Klarnet: Sedat Gülcü Saz: Turgut Özlemez Mix - Mastering: Evren Arkman Sound Engineers: Ozan Gedik, Mesut Yıldırım Recording: Mesut Yıldırım Berga Albûmê: Rewşan Light: Rasim Uğurcan Uslu Derhêner: Yunus Emre Hamiş Dop: Eren Yılan Kamera Op: Samet Hamiş, Gökay Peksev Pevxistin: Deniz Demir Tekatlı |
(FD)