Di vîdeoyê de: Stranbêj û ulelejen-Rewşan Çelîker, Gîtarjen-Vartkes Keşîş, Drumvan-Hakan Kaya
(Çavkanî: YouTube/RewşanÇeliker)
Di bin ronahiya zerîn de jineka porxelek li pêşberê haziran sekinî, çawa ku mûyên arşeyê* bi kemanê ve anî pêlên mûzîkê li dinyaya xeyalan herikî. Hemî dengan xwe teslîmî xweşiya mûzîkê kirin.
Dengê civata li Konsûlxaneya Siwêdê ya Stenbolê** ji nişkê ve sekinî, gelek ji haziran telefonên xwe derêxistin û dest bi qeydê kirin.
Piştî gotina stranan guhdarekê got wê bi kamêreya telefona xwe stran qeyd kirin ji ber ku divîya xweşiya mûzîkê û akustîka li wê avahiyê ne bi tenê carekê bibûya nesîbê wê, divîya di dinyaya wê ya dîjîtal de bihatiya parastin…
Ew xanima stranbêj kî bû?
Ji bilî kêm vîdeoyên me li înternetê peyda kirîn û çend agahiyên qels destên me vale ne. Ji aliyekê ve eyb e ku bêhazirî ez ê biçim hevpeyvînekê, ji aliyê dî ve ferz e em bi hevpeyvînekê pirsên li ser Çelîkerê ji wê bikin. Me bi wê re qewlê xwe kir yek û li kafeyeka Stenbolê me hev dît.
*Arşe: Ew Darik û mûyên pê ve ye ku dema bi têlên kemanê ve diçe û dihê dengan jê tîne. **Firad Cewerîyî helbestên Gunnar Ekelofî ji Swêdî wergerand zimanê Kurdî. Weşanxaneya Avestayê ew kitêb çap kir û Konsûlxaneya Swêdê ya li Stenbolê şeva xwendina helbestên Ekelofî pêk anî(05.12.2017). Rewşan Çelîkerê di wê şevê de stran gotin. |
Te li konserê bi Kurdî û Ermenkî stran gotin tu bi kîjan zimanên dî dibêjî?
Rewşan Çelîkerê li Konsolxaneya Swêdê ya li Stenbolê stran gotin.
(Wêne: Murat Bayram/bianet)
Yûnanî, Farisî, Erebî, Fransî… Dibêjim qey heta niho bi 11 zimanan strame, erê 11 ziman. Min li Koma “Horîzon”ê bi gelek zimanan stran gotin lê êdî ez bi navê xwe yê “Rewşan Çelîker” karên xwe yên mûzîkê dikim. Ji koma min a berê mûzîkjenê hêja Vartkes Keşiş jî digel min e.
Yek ji stranên Ermenkî ku Rewşan Çelîker dibêje: Sarî Sîrûn Yar
(Çavkanî: YouTube: KaybedenlerKulubu)
Ma pirzimanî ne tevlihevî ye?
Her zimanekê çîrokeka xwe heye û rîtmên çîroka wan hene.
Yanî bi her zimanekê çîrok hene?
Na, her zimanekê çîroka xwe heye û ev rîtmekê dide şêweyê xwe-îfadekirina bi wan zimanan.
Tu bi rîtma wan zimanan distirî û li keman û ukuleleyê didî ka tu li ti enstrûmanên dî didî an no?
Xizmeka kemanê heye bi navê “vîyola” ew jî wek kemanê ye lê hinekê mezintir e ez li wê didim û li tenbûrê didim.
Rewşan Çelîker li konserekê strana Destmala Min gotiye
(Çavkanî: Youtube/GrupHorizon)
Lêdana wan enstrûmanan ne zehmet e?
Belê, mesela li ser kemanê perde nînin û zehmet e mirov hîn bibe. Min ji 17 saliya xwe ve dest bi lêdana kemanê kir û hînbûna wê wext dixwaze.
Tu keçeka ji Tetwanê yî, bi stranên ji çanda me bi anstrûmanên ji çandên cida distirî, harmonîya herduyan çawa çêdibe?
Tu dizanî Mirad, çand mîratek e. Mîratek e ku ji pêşiyên me ji me re dimîne. Çanda mûzîkê jî wesa… Em dikarin bi perwerdeyê wê çandê binexişînî.
Hah vêca em behsa perwerdeyê bikin. Te li Enqereyê beşa psîkolojiyê xwend û di heman demê de karê mûzîkê jî kir. Ez heyranekê Êdith Piafê me, teza te ya masterê li ser mûzîka wê bû ma ne?
Min beşa şêwirmendiya ji bo derûniyê xwend ne psîkolojî, ew ji hev cida ne! Li civaka me rewşeka xerîb heye. Gelek kes dibêjin qey mirov bi tenê dikare di yek karî de bi ser bikeve. Mirovek dikare di heman demê de hem lîstikvanek hem jî mûzîsyenek baş be. Mesela di civatekê de lîstikvanê sînemayê yê navdar George Clooney dikare enstrûmana xwe derbêxe û dest bi lêdanê bike. Mûzîsyeniya wî lîstikvaniya wî kêm nake. Ya rastî difikirim ku di hemî karan de rîtmek û mûzîkek heye.
Di zarokatiya xwe de ez heyranê Ciwan Haco û Koma Wetan bûm. Dayika min a dengxweş her dem guhdariya Radyoya Êrîvanê dikir. Dema radyo disekinî ew distira. Min jî ji 14 saliya xwe ve dest bi gotina stranan kir. Li navendên çandê, li civatan û li malê…
Dema mezintir bûm û min mûzîsyen nas kirin min dît ka dinyaya mûzîkê çend fireh e, bêserûbin e. Min jî xwest hîn bibim. Ez li ber xwendina xwe ya dî hînî mûzîkê jî dibûm. Piştî xwendina şêwirmendiya ji bo derûniyê. Min li Stenbolê li Zanîngeha Bahçeşehîrê li ser “musica teatral” ya Edit Pîafê teza masterê nivîsî. Min dema stranên wê digotin şanolîzî kir.
Tu carinan şiyan û zanînên xwe digihînî hev, mesela bi şano û mûzîkê te alîkariya derûniya ti kesan kiriye?
Ez bi giştî nakim. Bi tenê carinan zarok tên. Ji bo alîkariya wan min carinan mûzîk û şano, ji bo bikaranîna dramayê bi kar aniye.
Pirsa dawiyê, çima te albûm çênekirine û tê kengê çêbikî û dê ji kîjan cûrreyê mûzîkê be?
Dema kamilbûna ji bo mûzîkê heye demek dirêj ji bo kamilbûnê xebitîm. Min perwerdeya mûzîka klasîk a rojavayî, dersên orkestra û armonîyê standin. Heta merheleyekê mirov dixwaze hîn bibe, heta ku demekê beşdarî komeka Jazzê jî bûm. Lê êdî difikirim hatime wê merhelê ku divê berheman parve bikim.
Stranên ji bo albûmê diyar in ka dê kîjan bin. Dixwazim qeydên akûstîk bin. Li mekanan stranan bibêjim û bêne qeydkirin. Li gor min dîyaloga di nava mûzîkjenan de gelek giring e. Divê her mûzîkjenek mûzîkê bi hemî heyina xwe hest bike û bibêje û hingê bê qeydkirin. Dixwazim qeydên ji bo albûmê jî wesa bin. Dema em ji dilê xwe li cihekê distirin divê bê qeydkirin.
Mûzîka min klasîk, blues, jazz û gelek cûrreyên dî ne. Belkî navekê wê nebe, têkel e.
(MB)