Li Almanyayê, ji ber hatina Roja Zimanê Dayikê û 30 saliya dana dersên kurdî, wê sempozyûmek li dar bikeve.
Sempozyûma îsal bi hevkariya Yekmal, GEW Bremen û Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewropayê e.V. wê pêk bê.
Bername li Bremena Almanyayê wê 23yê Sibatê dest pê bike û wê du rojan berdewam bike.
Di nav beşdarên sempozyûmê de şaredarê berê yê Bremenê Dr. Henning Scherf ku dema yekem car dersên kurdî dest pê kirin li ser kar bû, senatora perwerdehiyê ya niha ya eyaleta Bremenê Dr. Sascha Karolin Aulepp, kesayetên wekî Dr. Zerdeşt Haco, Emîn Akbaş, Abdulkadir Ulumaskan û Prof. Dr. Christoph Schroeder hene.
Yek ji endamên koma amadekar ên sempozyumê û rayedarê Yekmal Akademie Şerîf Derînceyî ji bianetê re bi van hevokan behsa armanca sempozyûmê kir:
“Sempozyûm du armancan dide pêş xwe. Ya yekemîn, nirxandin û nîqaşkirina perwerdehiya duzimanî bi kurdî û almanî li Almanyayê ye. Hêjayê gotinê ye ku îsal 10 saliya yekem hêlîna Yekmalê ya bi navê Kita Pîyayê ye. Niha du hêlînên Yekmalê hene ku 70 zarokên ji 1 salî heta 6 salî di van hêlînan de perwerdehiya kurdî-almanî digire. Armanca duyemîn a sempozyûmê jî ew e ku 30 saliya dersên kurdî di dibistanên Almanyayê de ye. Dersên kurdî yên li Almanyayê bi awayekî fermî di sala 1993an de piştî xebateke 3 salan a lêgerîna modelekê di dibsitanan de li Bremenê hat destpêkirin. Niha ji xeynî Bremenê, dersên kurdî li 5 eyaletên din ên Almanyayê - Berlîn, Brandenburg, NRW, Niedersachsen û Rheinland-Pfalzê- tên dayîn."
Kesên bixwazin wê bikaribin bi rêya online jî li bernameyê temaşe bikin.
Ji bo beşdarbûna sempozyûmê û şopandina wê ya bi rêya online bitikîne.
(FD)