Şa Performans Tebaxa sala 2018an ji aliyê çar hevalên şanoger ve hatiye damezirandin. Niha tenê Tuncay Ozel li wir e.
Tuncay Ozelî li zanîngehê erdnîgarî xwendiye lê ji ber çend sebeban dev ji dersdarîyê berdaye û berê xwe daye şanoyê.
Ozelî ji bianet kurdîyê re got:
“Berî werim Stenbolê ez li Batmanê bûm. Min li wir jî şanogerî dikir. Me xwest kurdên li Stenbolê jî bikarin bi zimanê dayika xwe li şanoyê temaşe bikin.”
Şa Performansê heta niha 4 lîstik amade kirine; Mîrzayê Biçûk, Ji Akademîyê re Raporek, Seyrana Li Çeper û Daweta Noko û Nîskê.
30 lîstik 1000 temaşevan
Ji bilî van lîstikên Şa Performansê li dika xwe cih daye nêzî 30 lîstikên şanogerên din jî. Heta niha nêzî hezar kesî li van lîstikan temaşa kirine.
Yek ji wan lîstikan “Di Tuwalete de” ye. Nivîskarê lîstikê Rênas Jiyan e. Lîstik bi derhêneriya Zelal Ayhanê û bi lîstikvaniya Zinar Atamanî pêk tê.
Cara ewil 17ê Nîsanê li Enqerê promîyera xwe kiriye û van rojan wê li Stenbolê li pêşberî temaşevanan be.
Temaşevan pir kêfxweş in ku lîstikên kurdî zêde dibin. Hêvî dikin ku dikên wek Şa Performansê zêdetir bibin.
(LA/SG/ZÇ/MB)
*Beşdarên Kargeha Medyaya Nû ya Atolye BIAyê; Sinem Gedik, Zafercan Çapar û Lezgin Akanî ev nûçe-vîdeo amade kiriye.