(Ji aliyê çepê ve) Berken Bereh, Dilawer Zeraq, Omer Dilsoz, Çavkanî: Instagram/OmerDilsoz
Dilawer Zeraq* pêr siet 2yê şevê, li Diyarbekirê ji ber nexweşiya pişa xwe ji bo nexweşxaneyê hatiye birin. Rojekê di odeya kontrolê de maye û îro rewşa wî baştir bûye.
Helbestkarê Berken Bereh yek ji wan kesan e ku ji bo dîtina rewşa Dilawer Zeraqî çûye Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê. Berehî ji bianetê re got:
“Rewşa Dilawerî baş e. Min bihîst ku ew nexweş bûye, ez ji Êlihê ketim ser rêyê û hatim. Ew li vê derê ye em bi hev re rûniştine. Ji ber ku bijîşkan jê re gotiye divê ew zêde neaxive, pirtir em diaxivin ew guhdarî dike. Gelek xwînerê Zeraqî, hevalên wî yên nivîskar, şair û kesayetên naskirî hatine serdana wî. Nivîskarê Omer Dilsoz gava dî li vê derê bû.”
*Dilawer Zeraq kî ye?
Edîtor, wergêr û nivîskarê kurd e.
Zeraq di sala 1965'an de li Farqînê/Amed hatiye dinyayê. Wî ji dibistana seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di sala 1985'an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Matematîkê qedand. Di sala 1996'an de dest bi nivîsandinê kir. Di kovarên wekî Jiyana Rewşen,Rewşen Name, Kulîlka Ciwan, Kovara W, Tîroj û rojanmeya Welatê Me û Azadiya Welat de nivîsiye. Di sala 2004'an digel komek nivîskar di derxistina Kovara W de cih girt û heta hejmara 13'an edîtoriya vê kovarê kir. Di Kursa Kurdî ya Amedê de mamostetiya zaravayê kurmancî kir.
Ew niha jî li Amedê dijî.
Berhemên Dîlawer Zeraqî
Kakil, kurteçîrok, Weşanên Sî, Stenbol, 2002.
Bişirîna Şermînî, kurteçîrok, Weşanên Aram, Stenbol, 2003.
Şevên Winda Wêneyên Meçhûl (Sêyîneya Winda, pitûka yekemîn) roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2005.
Ferhenga Biwêjan, Tirkî-Kurdî, Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê, 2005.
Çilkên Pênûsê, kurteçîrok, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2009.
Mirina Bêsî (Sêyîneya Winda, pirtûka duyemîn), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2011.
Nexşên Li Giyan (Sêyîneya Winda, pirtûka sêyemîn), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2014.
Ferhenga Termên Matematîkê (Bi Mem Wenda re), ferheng, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2015.
Wergerên Dilawer Zeraqî:
Ejdehayê Sêserî (ji Leyla Erbîl), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.
Jiyanê Li Îstasyonê Dest Pê Kir (ji Jaklin Çelik), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.
Mirina Li Madrîdê (ji Oya Baydar), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.
Gelaciyên Bajarê Nû (ji Müge İplikçi), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.
Şahiya Hêrsê (ji Jaklin Çelik), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2012.
(MB)
*Me biyografiya Dilawer Zeraqî ji agahiyên li Wikipediayê berhev kiriye.