Albûma nû ya Alî Înanirî derketiye. Albûm bi navê “Rayîr” e û tê de 11 stran hene. Yek jê bi ermenkî ye yên din bi kurdiya kurmancî û kurdiya zazakî ne.
Înanir, yek ji wan stranbêjên ku bi zaravayê zazakî distirê û di salên dawiyê de li ser hev stranan bi rengekî single û album derdixe.
Wî beriya niha, di sala 2019ê de bi navê “Zerrî Dej” albumek weşandibû. 8 stran di wê albûmê de hebûn, 6 jê bi kirmanckî-zazakî, yek jê bi kurmancî bû. Stranek jî ji zê zaravayên kurdî, zazakî, soranî û kurmanciyê pêk hatibû.
Înanirî di sala 2020ê de albûmeke akûstîk weşandibû ku 3 stran tê de hebûn. Stranbêjî di wê albûmê de strana “Şev Tarî”, ya “Derdê Giran” û ya “Ez û Tu” strabû.
Her weha di sala 2021ê de ji bo Newrozê, straneke taybet weşandibû ku ev stran bi kurmancî û zazakî ango kirmanckî bû.
Kom Muzîkê albûma yekem û sîngle-a Newrozê weşandibû. Ya sala 2020ê jî bi alîkariya Kurdmax Muzîkê hatibû weşandin.
Înanir, niha jî bi albûmeke ku ji 11 stranan pêk hatiye, stranên xwe dide guhdarkirin. Ev albûm jî ji hêla Kom Muzîkê ve hatiye weşandin. Di vê albûmê de Înanirî 7 stranên bi zazakî strane. 2 stran bi kurmancî ne û yek jî bi ermenkî ye. Ev stranbehsa li ser zilm û zora axayekî kurd ya li keçeke ermen kiriye, hatiye strîn. Ev stran him bi rengekî normal him jî weke remîx hatiye tomarkirin.
Stran bi xwe çêkirine
Di albûmê de yek ji tiştên balê dikişîne ew ku Alî Înanirî ji bilî du stranan, hemû stran bi xwe çêkirine. Gotin ji wan re nivîsiye, muzîk çêkiriye ji wan re û besteya wan çêkiriye. Yeke kurmancî ya bi navê “Avesta”yê ji ber helbesteke Besam Mistefayî kiriye beste. Lê yên din besteyên Înanirî ne. Înanirî dîsa bi 4 aranjoran re kar kiriye. Vê jî bandor li ser pirrengî û atmosfera albûmê kiriye. Yek ji wan Erdem Altinses e ku di demên dawiyê de me navê wî di beşeke albûmên kurdî de bihîstiye. Altinsesî di vê albûma Înanirî de komek stran aranje kirine û bi kemana xwe jî reng daye stranan. Her weha Mûstafa Demîr, Saît Yildiz û Azîz Kiliç jî aranjorên din in.
Alî Înanirî albûma xwe ji hêla muzîkê ve bi awayekî pirreng amade kiriye. Di albûmê de bêhtir enstrumanên rojavayî hene lê enstrumanên rojhilatî jî di gelek stranan de bi rengekî xurt tên bihîstin.
Rengê muzîka Alî Înanirî, yê muzîka Rojava ye. Lê Înanir bi xwe ji çavkaniyên muzîka zazakî û hinekî jî ji yên kurmancî û soraniyê bingeha muzîka xwe digire.
Li Amedê û Herêma Kurdistanê tomar kiriye
Xebatên albûmê bi qasî 2 salan dewam kiriye. Wî albûm li Amedê amade kiriye lê ew neçar maye ku cara duyem li Herêma Kurdistanê, li studyoyekê careke din 4 stranan tomar bike. Bi gotina wî, yên li Amedê hatine tomarkirin, ne bi dilê wî bûye.
Alî Înanir ji ber rewşa zazakî ango kirmancî ya roja me, dixwaze stranên xwe bi vê lehçeyê bistirê ku li gorî Nexşeya UNESCOyê yek ji zimanên li ber tunebûnê ye. Înanir muzîkê ji bo guhertina vê rewşê weke fersendekê dinirxîne. Ew naxwaze zimanê wî yê dayikê, çanda wî winda bibe.
Derbarê Alî Înanirî de
Sala 1982yê li Edeneyê ji dayik bûye. Li Edeneyê mezin bûye. 13 sal in li Herêma Kurdistanê dijî. 15 sal in bi rengekî profesyonel, karê muzîkê dike. Heta niha 3 albûmên wî li ser platformên dijîtal hatine weşandin. (FD)