Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Seroka rêxistina Stenbolê ya CHPyê(Partiya Komarî ya Gelî) ji ber parvekirinên li medyaya civakî tê dadkirin. Dozgerî xwest ji bo Canan Kaftanciogluyê ceza bê dayin dîwana dadkirinê biryar da rûniştina dî dê 6ê Îlonê be.
Xelkê li derdora dadgehê xwestine biçin salona dadkirinê, polîsan rê li ber wan girtiye. Dadgehê biryar da ku bi tenê nûçegihanên Ajandsa Anadoluyê dikarin li salonê li dadkirinê binêre.
Kaftancioglûyê di parastina xwe de gotiye ew hêvî dike rewşeka welê çêbibe ku ew bikare j xwe re bibêje bi îmkanên civakê azadiya xwe-îfadekirinê tê astengkirin lê "baş e ku dadger hene."
Gelek kes ji bo piştgirîyê li ber derîyê dadgehê kom bûne.
* Video: Twitter - DW Türkçe
Li ber derîyê dadgehê dikek hatiye danîn û sîyasetmedar diaxivin.
* Wêne: Twitter - BBC Türkçe
134 hûnermed û rewşenbîran piştgirî daye Kaftanciogluyê
134 rewşenbîr û hûnermendan piştgirîya Canan Kaftanciogluyê kiriye. Wan diyar kiriye ku ji ber hilbijartina Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê tê xwestin ku Kaftancioglu bê cezakirin.
(EKN/MB)