Fotograf: Bombebarana Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) li diji Serekanîyê, 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2019ê/Wikipedia
Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro (6ê Tîrmehê) civîneke awarte li dar xistiye û biryara rewşa awarte daye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Meclîsê di civînê de rewşa dawî nîqaş kiriye û piştî civînê encamnameyek weşandiye. Di encamnameyê de Rêveberiyê diyar kiriye ku Tirkiye bi hemû cûreyên çekên giran, balafirên bêmirov ên biçek, êrîşî herêmên wan dike û niha jî dixwaze “herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike, guhertina demografik pêk bîne, şêniyên resen bide koçberkirin ku pê re dê rewşa ewlehiyê tevlihev bibe û pêleke koçberiyê pêk were.”
Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi van gotinen sedema biryara xwe aşkere kiriye:
“Ev yek ji bo berfirehkirina qada dagirkeriyê û pêkanîna ajandeyên dijber pêk tê ku dê rê bide vegera bermahiyên terorê û tundrawan li herêmê. Ev rewş dê bi awayekî yekser bandorê li destkeftiyên Rêveberiya Xweser bike, yên ku bi saya fedakariyên zarokên pêkhateyên resen û kevnar ên Sûriyê yên li dijî terorê bi dest xistine, bike. Her wiha dê bandorê li parastina ewlehî û yekitiya xaka Sûriyeyê ji aliyê pêkhateyan ve bike.”
Sê biryar hatine wergirtin
Rêveberiyê sê biryar wergirtiye ku yek ji wan ragihandina rewşa awarte li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Her weha biryar girtiye ku li dijî gef û astengiyan hemû meclis, komite û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiyên Xweser û Sivîlan ji bo amadekirina planan agahdar bikin û li dijî êrîşeke li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû derfetên ji bo xizmeta parastina gel bikar bînin.
Erdoganî behsa tevgereke leşkerî kiribû
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê Recep Tayyîp Erdoganî di 1ê Hezîrana 2022yê de, li civîna koma partiya xwe ya Parlamentoyê axivîbû û gotibû ku ew ê li dijî Til Rifat û Minbicê tevgereke leşkerî pêk bînin:
“Aha va ye ez li vir careke din dubare dikim. Em dest bi qonaxeke nû ya biryara avakirina herêma ewle dikin ku wê li sînorê me yên başûr bi kûrahiya 30 kîlometroyî be. Em ê Til Rifat û Minbicê ji terorîstan paqij bikin. Paşê jî em ê qonax bi qonax li herêmên din heman tiştî bikin. Ka em binerin bê wê kî piştgiriyê bide van gavên rewa yên Tirkiyeyê û wê kî bibin asteng, em ê bibînin.”
Di 7ê Hezîrana 2022yê de jî Wezîrê Berevaniyê Hûlûsî Akarî daxuyaniyek dabû û gotibû ku “Çi gava ku dema wê hat, çi hewce dike em ê bikin.”
Akarî ji bo daxuyaniyên Erdoganî yên derbarê Til Rifat û Minbicê jî diyar kiribû ku “Çawa ku Birêz Serokomarê me jî bilêv kir, tacîz û hewldanên êrîşan li van herdu herêman zêde bûne. Em qat du qatî wê bersiva van êrîşan didin. Ger jê zêdetir hewce bike, em amade wan bikin.”
Di van çend rojên dawî de çapemeniya erebî çendîn nûçe weşandiye ku tê de dibejin, Enqere xwe amade dike da ku piştî Cejna Qurbanê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.
Li gorî nûçeya Şerqul Ewsetê, hêzên cîhadîst, ji bo tevgera leşkerî ya ihtimal heye piştî cejnê destpê bike, hêzên xwe û kelûpelên leşkerî dişînin ser sînorê di navbera wan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Di demekê de ku ev amadekarî dewam dikin, Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) bi balafirên bêmirov ên biçek (SIHA) li bakurê Helebê êrîşî xaleke artêşa Sûriyeyê kiriye. (FD)