Êrîşên bi balafirên bê mirov(SİHA) yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) yên li dijî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewam dikin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî 3 şervanên sûryanî yên di êrîşa Hêzên Çekdar ên Tirk a duh (28ê Sibatê) de mirine, daxuyaniyek da.
Ji bo berpirsiyariyê bang kirin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de weha hat gotin, "Armanca êrîşan astengkirina têkoşîna me ya li dijî komên terorîst û çêkirina tevliheviya li herêmê ye"
Tirkiyeyê bi dronan êrîş kir: Sê şervanên Suryan mirin
"Eşkere ye ku dewleta Tirk bi hemû rêbazên hovane êrîşî herêmên me dike û dixwaze projeya Sûriyeya Demokratîk û sîstema demokratîk ya gelên me bi îradeyeke mezin ava kiriye bişkîne. Berdewamkirina van êrîşan ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, di heman demê de armanc dike ku aloziyeke mezin li tevahiya welat çêbike. “Em weke gelê herêmê careke din bi bîra welatên ku di agirbestê de cih digirin, Koalîsyona Navdewletî û dewleta Rûsyayê dixin ku armanca van êrîşan ew e ku kaoseke mezin li tevahiya welat pêk bînin."
“Em bang li hemû aliyan dikin ku li hemberî van êrîşên derveyî exlaqê û hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me, berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em ji dost û dijminên xwe re radigihînin ku em ê bi hêz û yekitiya gelê xwe serkeftinê bi dest bixin û em ê hemû projeyên tevlihevkirin û bêaramkirinê têk bibin.”
(TY/AY)