Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Birêvebirina Navendî(LBN) ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) piştî operasyona ku di saetên vê sibê de li dijî endam û rêvebirên wan hatiye destpêkirin, wê bi rojeva awarte bicive.
Civîna LBNyê di saet 18.00an de li navenda giştî a partiyê bi serokatiya Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan, Hevserokên Giştî ê HDPyê wê dest pê bike.
Di operasyonan de di nav kesên hatine desteserkirin de endamên LBNya HDPyê yê 2014an û yên niha jî hene.
Li 7 bajaran 82 kes hatine desteserkirin
Serdozgeriya Komarî a Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna derbarê çalakîyên Kobanê yên ku di 6-12ê Çiriya Pêşiya 2014an pêkhatibû de li 7 bajaran derbarê 82 kesan de biryara desteserkirinê daye.
Di çarçoveya lêpirsînê de endamên Lijneya Birêvebirinê a Navendî(LBN) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek kes hatine desteserkirin.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê Ayhan Bîlgen, Hevşaredarê Qersê, Perîhan Koca, Berfîn Kose, Alp Altinors, Bîrcan Yorûlmaz û Gulfer Kaya, endamên LBN, Ayla Akat Aka, Emîne Ayna, Beyza Ustun û Altan Tan, parlamenterên berê yê HDPyê, Alî Urkut, Endamê RTUKê yê HDPê, Nazmî Gur, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDPê, Can Memîş, Endamê berê yê MYKa HDPê, Sirri Sureyya Onder, Parlamenterê berê yê HDPê yê Enqerê û Endamê Şandeya Îmraliyê jî di nav de gelek kes di serdegirtina malan de hatine desteserkirin.(RT/AY/FD)