Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêveberiya Partiya Çepên Kesk (YSP) li Enqereyê civînek bi parlamenterên xwe re pêk aniye ku di hilbijartina parlamenteriyê ya 14ê Gulanê de hatibûn hilbijartin.
Li gorî nûçeya MAyê, Hevberdevkên YSPyê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin tevî Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancarî civîn birêve biriye. Di civînê de rêvebiriya nû ya koma YSPyê ya Parlamentoyê diyar bûye.
Onder bûye Wekîlê Serokê komê
Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bûye Wekîlê Serokê Parlamentoyê, Parlamenterê Sêrtê Tûncer Bakirhan jî bûye Berpirsê Rêvebiriya Parlamentoyê yê koma YSPyê.
Parlamentera Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî wê bibe namzeta Serotatiya Parlamentoyê.
Weke ku di serdema HDPyê de wê di serdema YSPyê de jî Parlamenterê Erzeromê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê Antalyayê Sarûhan Olûç wekîlên serokê komê bin.
(NT/FD)