Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî aşkere kir ku ew ê di 25ê Îlona 2017ê de referandûma serxwebûnê lidar bixin.
Biryar di wê civînê de hat standin ku Barzanî bi nûnerên partiyên siyasî yên di Parlamentoya Herêma Kurdistanê de ne re çêkir.
Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û got, “Ji ber wê ragihandinê ez kêfxweş im ku me dema encamdana referandûma serxwebûnê weke 25ê Îlona 2017ê diyar kiriye”. (BK/FD)