Piştî êrîşa bi fuzeyan a Îranê ya li dijî baregehên DYAyê yên li Iraqê, bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Seroka Meclisê Rewaz Faîqê ve li Hewlêrê civîna sêqolî pêk hatiye.
Di daxuyaniya nivîskî ya hevbeş a piştî civînê de hatiye diyarkirin ku di civînê de helweste Herêma Kurdistanê ya li ser geşedanên dawîn ên li Iraq û herêmê bi hûrgilî hatine gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, di vê serdemê de ew bifikarin li herêmê alozî rageşî zêde bibe ku li dijî Iraqê û herêmê gefa terorê dewam dike. Daxuyaniyê wiha berdewam kiriye: "Herêma Kurdistanê ji bo bûyerên vê dawiyê, nexasim jî bûyera vê sibehê dibêje ku rêbazên leşkerî bi ti awayî wê kêşeyan çareser nekin."
Di daxuyaniyê de bang li hemû derdoran hatiye kirin û hatiye gotin ku "Herêma Kurdistanê ji rageşî û aloziyê dûr bigirin" û wiha berdewam kiriye: "Ji bo domandina têkoşîna li dijî terorê Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê û herwiha vê yekê pêwîst jî dibîne." (FD)