Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêveberiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1ê ya Sîncana Enqereyê, destûr neda ku tembûra ji rojnamegerê girtî, Firat Can Arslanî re hatiye şandin bidin wî.
Li gorî nûçeya Mehmet Aslanî ya di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de hate weşandin, di meha Tebaxê de tembûrek ji Arslanî re hate şandin. Destpêkê rêveberiya girtîgehê got ku “li kantînê heye, em ji derve nastînîn” û nedane Arslanî.
Arslan li dijî vê derketiye. Di 25ê Tebaxê de Lijneya Rêveberiyê û Çavdêriyê ji bo vê mijarê kom bû.
Lijneyê di biryara xwe de bal kişand li ser xala 10an a rêziknameya girtîgehan û xala 27an. Li gorî van xalan divê ku amûrên muzîkê bidin girtiyan. Digel van xalan Lijneyê, “ewlehiya girtîgehê” û “ihtimala kirina sûcan” kirine hincet û tembûr neda Arslanî. Lijneyê îdia kir ku bêyî ziyanê bidin tembûrê ew nikarin li nava wê binêrin û “dibe di nava wê de notên agahdarkirinê yên rêxistinî hatibin veşartin”.
Her weha ji Arslanî xwest ku bi rêya rêvebiriya girtîgehê û bi pereyê xwe tembûrekê bikire.
Arslanî li djî vê biryarê serî li Dadweriya Bicihanîna Cezayan da.
Çi bûbû?
Di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê de, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Delal Akyuz û Firat Can Arslan, edîtora T24ê Sîbel Yukler, edîtora bianetê Evrîm Kepenek û rojnameger Evrîm Denîz, roja 25ê Tîrmehê hatin desteserkirin.
Ji ber ku nûçeya dibêje dozgerê li Amedê îdianameya 18 rojnamegerên girtî amade kiriye û endama dadgeha heman rojnamegeran didarizîne, hevjîn in û herdû jî tayîn bûne, li ser hesabên xwe yên Twitterê weşandin, rojnameger desteser kirin. Rojnameger bi tohmeta ku "erkdarê dewletê kirine hedef" hatin sûcdarkirin.
Dadgehê Firat Can Arslan girt lê ji bo rojnamegerên din biryara kontrole edlî da û ew serbest hiştin. (AS/FD)