Biryara Serokkomariyê ya derbarê tayînkirin û guherîna erkan a li Rêveberiya Giştî ya Emniyetê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Bi biryara di 17ê Îlona 2026an de a bi hijmar 2026/316ê, di rêveberiya emniyetê ya 39 bajaran de guherîn hatin kirin.
25 nav girtin navendê
Bi vê biryarê, tevî Cîgirê Rêveberê Giştî yê Emniyetê Mahmut Çorumlu, rêveberên emniyeta bajarên Afyonkarahisar, Amasya, Aydin, Balikesir, Bartın, Bitlis, Burdur, Çorum, Denizli, Diyarbekir, Erzincan, Hatay, Iğdır, İzmir, Maraş, Karabük, Kayseri, Kırklareli, Kilis, Muş, Rize, Sinop, Şirnak û Yalovayê ji bo navendê ango Rêveberiya Giştî ya Emniyetê hatin girtin.
Di nav kesên ku girtinê navendê de Rêveberê Emniyeta Yalovayê Yilmaz Delen jî heye.
Delen berê wekî Rêveberê Emniyeta Tunceliyê kar kiribû û di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de wekî şahid îfade dabû.
Rêveberê Emniyetê yê Kahramanmaraşê Hasan Yiğit jî di nav kesên ku girtinê navendê de cih girt.
Li 39 bajaran guherîn
Bi biryarnameyê, rêveberên emniyetê yên 39 bajaran hatin guherandin ku di nav wan de Zonguldak, Çorum, Maraş, Wan, Kocaeli, Rize, Aydin, Çankırı, Sinop, Balikesir, İzmir, Samsun, Diyarbakır, Kayseri û Antep jî hene.
Li gorî tayînkirinan, Rêveberê Emniyetê yê Wanê Murat Mutlu ji bo Diyarbekirê, Rêveberê Emniyetê yê Samsunê Ahmet Arıbaş ji bo İzmirê, Rêveberê Emniyetê yê Antepê Celal Ozcan ji bo Kocaeliye û Rêveberê Emniyetê yê Zonguldakê Sinan Ergen jî ji bo Kayseriyê hatin tayînkirin.
Serokê Têkoşîna li Dijî Qaçaxî û Sûcên Rêxistinkirî Serdar Buyukleblebici ji bo Rêveberiya Emniyetê ya Antepê û Serokê Daîreya Têkoşîna li Dijî Terorê Yusuf Topcan jî ji bo Rêveberiya Emniyetê ya Yalovayê hat erkdarkirin.
Di teşkilata navendî de jî tayînkirin hatin kirin
Di teşkilata navendî de jî peywirdarkirinên nû hatin kirin.
Serokê Daîreya Ewlehiyê Emrullah Golcuk, Serokê Daîreya Parastina Şahidan İsmail Hakki Gunay ligel sermifetîşên polîsan Ali Karabag û Selçuk Doguş wekî Cîgirên Rêveberê Giştî yê Emniyetê hatin tayînkirin.
Rêveberê Emniyetê yê Erzurumê Onur Karaburun jî ji bo Serokatiya Pişknîna Ewlehiya Taybet hat erkdarkirin.
(NÖ/AY)
