Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berpirsê weşana Reutersê, Steve Adlerî piştî gotinên tehdîtkar ên Donald Trumpê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) peyamek belav kir.
Peyama Adlerî li malpera Reutersê jî hat belavkirin. Adlerî diyar kir ku Reuters li Îran, Iraq, Yemen, Çîn, Rûsya û Tirkiyeyê çawa nûçeyan çêdikin ew ê li DYAyê jî welê çêbikin.
Reutersê ji bo hin dewletên ku Tirkiye jî yek ji wan e got:”Dewletên zordarîyê li rojnamegeran dike, rê li ber wan digire, dozê li ser wan vedike û vîzeyê nade wan.”
Nûnerê Reutersê eşkere kiriye ku bêyî daxuyanî ji rayedaran bê standin jî gelek nûçeyên baş têne çêkirin. Li Îran û Yemenê digel ku ti peywendîya wan bi rayedaran re jî nîne ew nûçeyên welê çêdikin ku pê serbilind in. (AS/MB)