Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ajansa nûçeyan a Reutersê di nûçeyeka xwe de bi agahiyên spartî rayedarên kurd da zanîn ku Artêşa Sûriyeyê dê biçe Efrînê.
Bicihkirina artêşa Sûriyeyê
Şêwirmendekê rêveberiya kurdan, Badran Jia Kurd gotiye li noqteyên giring ên li dora Efrînê leşkerên Artêşa Sûriyeyê dê bêne bicihkirin.
Televizyoneka Libnanê ya bi navê Mayadeen ragihandiye ku YPG(Yekîneyên Parastina Gelî) û hikûmeta Şamê li hev kiriye. Li gor wê televizyonê ji beriya du rojan biryar hatiye dayin ku ji bo Efrînê leşker bêne şandin. (PT/MB)