Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Qaymeqamiya Beyoglûyê beriya ku rêûresma 25emîn Xelatên Pêşbirka Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad çebibe bi 2 saetan biryar girt ku rêûresma li Taksîm Hîl Otelê bê qedexekirin. Li sir vê biryarê rêûresm li Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Stenbolê birêve çû.
Beriya rêûresmê biryar li ber avahiya İHDyê hat protestokirin. parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikûlû, parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Levent Tuzel, Hevseroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan, Serokê Giştî yê DİSK Basin İŞê Farûk Eren û gelek rojnameger jî li İHDyê bûn.
Li ber avahiya İHDyê Huseyîn Aykol ji juriyê Xelatên Mûsa Anterî daxuyaniya pêşiyê da û got:
“Weke kevneşopiya Çapemeniya Azad 28 sal in ku em rojnameyan derdixin, radyo û televizyonan diweşînin. Di vê rêyê de hevalên me şehîd ketin û hatin girtin. Ji Apê me yî Mûsa bigire ji bo hemû hevalên me yên ku di van salên me berdêl dida de şehît ketine, em rêûresmeke xelatê lidar dixin.
“Me ev li ciyên curbecur lidar xistin. Me li Stenbolê destpê kir, li Wanê, Amedê da. Rêûresma me ya îsal ji hêla Qaymeqamiya Stenbolê ve bi hinceta ku “divê 48 saet berê hûn destûrê bistînin” hat qedexekirin. Him ji bo civînên vekirî him jî ji bo yên girtî rêzikeke destûrstandinê nîne. Tê famkirin ku heke me destûr standiba jî wê nedana. Yek ji rêûresma Xelatên Mûsa Anterî jî bi vî awayî hatiye qedexekirin. Qedexeyek bi vî awayî li bû para şan û şeref a vê rêûresma xelatê. Ya herî rast ev tişt e ku em ê mafê agahdarkirina mirovan biparêzin û ber bi rêya xwe de bimeşin. Niha li hundir ji me 106 kes girtî hene.”
Kesên ku di beşa Nûçegihaniya Tirkî de Xelata Taybet a Juriyê standin ev in;
* Gulsum Elvan, dayika Berkîn Elvanî xelata Erk Acarer Nûçegihanê Bîrgunê ji destê Eren Keskînê Hevberpirsa Giştî ya Weşanê ya Ozgur Gundemê wergirt.
* Leyla Guven Hevseroka Giştî ya Kongreya Civak a Demokratîk (KCD) xelata Eylem Nazlier Nûçegihana Evrenselê dayê.
* Rifat Dogan Nûçegihanê Diken.com.tr yê jî xelata xwe ji destê Prof. Dr. Onûr Hamzaoglûyî wergirt.
* Di beşa Nûçegihaniya Kurdî de Cîhan Olmez Nûçegihanê dihaberê xelata xwe ji destê Selma Gurkan Seroka Giştî ya EMEPê wergirt.
* Di beşa Nûçegihaniya jinan de Şîlan Ozhan û Şehrîban Aslanê ji Rojnameya Şûjinê ku di encama Biryarnameya Di Huqmê Qanûnê de (KH) hatibû girtin xelatên xwe ji destê Sezgîn Tanrikûlû Parlamenterê CHPyê wergirt.
* Jinda Asmen bi nûçeya “Guleya yekem a Şengalê: Ji pênûse Nujiyanê, Çiroke Gulê” Xelata Taybet a Jûriyê wergirt ku nûçe beriya li Şengalê koça dawî bike ji hêla Nûjiyan Erhanê ve dihat amadekirin. Farûk Erenî li ser navê Jînda Asmenê xelat da Derya Ceylanê.
* Hakki Boltanî xelata beşa karîkaturê li ser navê Mûsa Kart ê girtî, da Yonca Şik hevjîna rojnamegerê girtî Ahmet Şikî.
* Di beşa fotografan de ji dihaberê Abdurrahman Gokî xelata xwe ji destê Umît Kivançî wergirt.
* Alîcan Altûnbaş ji rojnameya Birgûnê Xelata Taybet a Jûriyê ji destê Prof. Dr. Gencay Gursoyî wergirt. Her wiha di heman beşê de Îlyas Akgunî Nûçegihanê fotografan ê AFPyê xelata xwe ji destê Dîcle Anterî wergirt.
Piştî rêûresmê beşdaran bi hev re fotografekî komî kişandin. (EA/FD)