Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rûnak Resûlpûr hunermenda Kurd karakterên di çîrokên Kurdan de derbas dibin xêz dike û di wêneyên xwe de cî dide wan.
Resûlpûrê 28 wêneyên xwe li Saraykapi Cafeyê di pêşangehekê de pêşkêş kir ku ji roja li Amedê bi cî bûye heta niha ev wêne xêz kirine.
Pêşangeh wê 10 rojan vekirî bimîne û Resûlpûr wê dahata vê pêşangehê ji bo erdhejzedeyên Kirmanşanê bişîne.
Resûlpûrê derbarê vî tiştî de wiha got: “Li wir mirov gelekî mexdûr bûn. Li wê herêmê Yaresan dijîn ku Misilmantiyê qebûl nakin. Yek ji sedemên ku hikûmet alîkariyê nade wan cudatiya baweriya wan e. Serma hat. Mirovên li wir perîşan in û bi tena serê xwe mane. Em dixwazin ji vir bi rengekî sembolîk be jî alîkariya wan bikin” û diyar kir ku ev tiştê ew ê bişînin wê ne bes be, ew dixwazin xwe bigihinin hunermendên çar parçeyên Kurdistanê û li Stenbolê pêşangeheke mezin vekin û dahatên wê ji bo erdhejzedeyan bişînin.
Resûlpûrê destnîşan ki ku bi taybetî ew çavkaniya xwe ji çîrokên Kurdan distîne û ji bo vê jî xebata xwe ya bi navê “Bûka Baranê” weke mînak nîşan da:
“Çîrok behsa gundekî ku baran lê nabare dike. Min jî axa zuha, darên bê pel û gundekî ku di bin pira wê re av derbas be xez kir”.
Resûlpûrê beriya niha jî setek çîrokên ji 21 pirtûkan pêk te xêz kiribû ku pirtûk ji hêla Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê (DİSA) ve hatibûn amadekirin. Resûlpûr niha jî roviyê ku di çîrokên Kurdan de weke karaktereke sereke derdikeve pêşberî mirovan, bi rengê bukele (kûkla) ya tiliyan amade dike.
Rûnak Resûlpûr û hevjînê wê peykersaz Seywan Seîdyan sê sal ji li Stenbolê bi cî bibin derbasî Amedê bûn û her li wir man.
Resûlpûrê sedema vî tiştî wiha tîne ziman:
“Stenbol wê ji bo me gelekî baştir bûya. Di serî de em ji bo xebatên hunerî hatibûn. Me ferq kir ku li Tirkiyeyê di nêzîkatiya hunerê de pêşketin çênabin. Ji ber ku ya me derbarê çand Kurdan de bû me biryar girt em li vir bimînin.”
Derbarê Rûnak Resûlpûrê de
Sala 1978ê li Mahabadê ji dayik bûye. Li bajarê Ûrmiyeyê di zanîngehê de beşa grafîk dîzaynê qedandiye. Du salan li kovara Mahabadê weke dîzaynêr kar kiriye. Sala 2008ê li Silêmaniyê Beşa seramîkê ya Akademiya Hunerê xwend. 11 salan li Başûrê Kurdistanê jiya û di vê demê de dîzayna gelek bergên pirtûkan, logo û afîşan çêkir. Di hin filman de weke dîzaynêr kar kiriye û her wiha di filmê “Mandû” yê Îbrahîm Siediyi de weke dîzaynera cil û bergan kar kiriye. Ji 2014yê û vir ve li amedê dijî. Bêhtir li ser wêne, pirtûkên zarokan û anîmasyonan kar dike. Heta niha wêneyên 21 pirtûkan û 9 anîmasyon amade kiriye.(BD/EKN/FD)