Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Reşbeleka ku ji hêla Tirkiye û Yemenê ve hatibû amadekirin û ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dixwest ku “dest ji naskirina Qudsê ya weke paytexta Israîlê berde” li Civata Giştî ya NYyê bi 128 dengan hat qebûlkirin ku 193 endamên NYyê hene.
Biryara ku 9 endam li hember derketin û 35 welat bêalî man ti bandorê li ser NYyê nake.
El Yemenî: Gefa li ser Aştiyê ye
Xalid Huseyin Muhammed el Yemenî nûnerê Daimî yê Yemenê li NYyê got ku biryara DYAyê ya derbarê Qudsê de derbas nabe û wiha berdewam kir:
“Îro Komara Yemenê bi hevkariya Tirkiyeyê derbarê Qudsê de reşbelekekê pêşkêş dike. Biryara DYAyê ya derbarê Qudsê de gefa li ser aştiya li herêmê û li hemû cîhanê ye.”
El Malikî: Ezmûneke ku heta niha nehatiye dîtin e
Rîad el Malikî Wezîrê Karên Derve yê Filistînê piştî el Yemenî axivî. El Malikiyî ew tişt bibîr xist ku Nikki Halley Nûnera Daimî ya DYAyê li NYyê beriya dengdayinê li Civata Giştî ya NYyê e-maîl ji dîplomatên din re şandibû û tê de gotibû ku dengên welatan ên derbarê Qudsê de ew ê ji bo Serok Donald Trumpî ragihîne. El Malikiyî got: “NY niha di ezmûneke wisa de derbas dibe ku heta niha nehatiye dîtin” û wiha berdewam kir:
“Dîrok navan tomar dike. Navan ji bîr nake û navên ku li gel mafdaran û kesên behsa şaşiyan dikin. Îro em in lêgerên mafan û aştiyê.”
Haley e-maîl ji dîplomatan re şandibû û tê de gotibû ku; “Serok wê dengdanê ji nêz ve bişopîn û ji min xwest ku kesên li hemberî me dengan bi kar tînin ji wî re ragihînim. Em ê di vê mijarê de hemû dengan not bigrin.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglûyî jî derbarê mijarê de wiha got: “Ne etîke ku hûn gotin û rûmeta welatên endam malê firotinê bibînin. Ez vê bibêjim: Em ê neyên melisandin. Dibe ku hûn bihêz bin lê ev nayê wê wateyê ku hûn mafdar in.”
Haley: DYA wê balyozxaneyê bibe Qudsê
Nikki Haley Nûnera Daimî ya DYAyê li NYyê beriya dengdanî axivî:
“DYA wê balyozxaneya xwe bibe Qudsê. Gelê DYAyê vî tiştî ji me dixwaze û ya rast jî ev e. Ti dengdan nikare vî tiştî biguherîne.”
Danon: Bûkeleyên Filistîniyan
Danny Danon Nûnerê Israîlê li NYyê jî diyar kir ku wê ti carî welatî wî ji Qudsê neyê dûrxistin û wiha got:
“Welatên ku piştiriya reşbelekê kirine ‘bûkeleyên Filistîniyan in’. Dema ku serkirdeyên Filistînê bi kêf lê temaşe dikin hûn weke wan bûkeleyan in ku direqisin. (EKN/FD)
* Fotograf: Mohammed Elshamy / AA
** Çavkanî: BBC, rojnameya Hürriyetê