Helbestvan Rênas Jiyan wê 8ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018an, saet di 14:30ê de li Şevîn Cafe ya Taksîma Stenbolê bi xwendevanên xwe re bê gel hev.
Di bernameyê de Rênas Jiyan wê behsa helbest û wêjeyê bike û li ser wê nêrîn û nirxandinên xwe bîne ziman.
Helbestvan Jiyan wê ji xwendevan û wêjehezan re helbestan bixwîne û pirtûkên xwe îmze bike.
Derbarê Rênas Jiyanî de
Di 1ê Kanûna Paşiyê ya 1974yan li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê beşa Mamostetiya Seretayî xwendiye. Piştî zanîngeh qedandiye dest bi mamostetiyê kiriye. Di sala 1999an de dîwana wî ya yekem ya bi navê Janyayê çap bûye. Di sala 2002yan de li gel 12 kesan bi hinceta xebatên li ser zimanê kurdî dike, li Mêrdînê hatiye girtin û piştî wê hatiye sirgûnkirin.
Di 1ê Çiriya Pêşiyê ya 2016an de li Amedê hate desteserkirin û piştî 5 rojan serbest ma.
Ji sala 2003an û vir ve edîtoriya Weşanên Belkiyê dike. (AY/FD)