Komeleya Lêkolînên Kurdî, bi beşdariya nivîskar û helbestvan Rênas Jiyanî li Stenbolê bernameyekê li ser helbest û wêjeya Kurdî li dar dixe. Bername wê 23yê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê roja Şemiyê saet di navbera 19.00 û 22.00ê de li Şevîn Teras Cafeyê ya li Beyoglûyê wê bi rê ve biçe.
Di bernameyê de Rênas Jiyan wê behsa helbest û wêjeya Kûrdî bike û li ser wê nêrîn û nirxandinên xwe bîne ziman. Her wiha wê derbarê pirtûka xwe ya herî dawî de biaxive ku navê wê “Bacanên Pelçiqî” ye û ji hêla Weşanxaneya Belkiyê ve hatiye çapkirin.
Di berdewamiya şevê de Rênas Jiyan wê pirtûka xwe ya nû ji bo xwendevanan îmze bike û çend helbestên xwe bixwîne.
Derbarê Rênas Jiyanî de
Di 1ê Kanûna Paşiyê ya 1974yan li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê beşa Mamostetiya Seretayî xwendiye. Piştî zanîngeh qedandiye dest bi mamostetiyê kiriye. Di sala 1999an de dîwana wî ya yekem ya bi navê Janyayê çap bûye. Di sala 2002yan de li gel 12 kesan bi hinceta xebatên li ser zimanê kurdî dike, li Mêrdînê hatiye girtin û piştî wê hatiye sirgûnkirin.
Di 1ê Çiriya Pêşiyê ya 2016an de li Amedê hate desteserkirin û piştî 5 rojan serbest ma.
Ji sala 2003an û vir ve edîtoriya Weşanên Belkiyê dike.
Derbarê Komeleya Lêkolînên Kurdî de
Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji ber Rewşa Awarte di çarçoveya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2016yê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin dilxwaz û xebatkarên Enstîtuyê Komeleya Lêkolînên Kurdî ava kirin. Komele armanca dike ku li ser çand, huner û zimanê Kurdî xebatên zanistî û lêkolînî bike û her wiha ji bo pêşketina zimanê kurdî di atolyeyan li dar bixe. (FD)