Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rektorê Zanîngeha Pamukkaleyê Prof. Huseyîn Bagci ji wezîfeyê hat dûrxistin.
Di daxuyaniya ku hêla YOKê dayî de wiha hat gotin: ‘Rektorê Zanîngeha Pamukkaleyê Prof. Huseyîn Bagci ji bo silametiya lêpirsana ku hatiye destpêkirin de ji wezîfeyê hat dûrxistin.’
Prof. Huseyîn Bagci piştî hewldana derbekirinê di encama operasyonên li dijî endamên cemaeta Gulen de hatibû binçavkirin û piştî îfadedayîna li dozgeriyê serbest hatibû berdan.
Dewsa Prof. Huseyîn Bagci de akademîsyenê Fakulteya Perwerdehiyê Prof. Huseyîn Bag weke cîgirê rektor hat wezîfedarkirin.
Piştî hewldana derberkirinê li Zanîngeha Pamukkaleyê 23 akademîsyen û 58 karmend ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.
Hejmara rektorên ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin gihişt 5an:
Piştî hewldana derbekirinê Rektorê Zanîngeha Gaziyê Prof. Suleyman Buyukberber, Rektora Zanîngeha Dicleyê Prof. Ayşegul Jale Saraç, Rektorê Zanîngeha Yildiz Teknîkê Prof. Îsmaîl Yuksek û Rektorê Zanîngeha Yalovayê Prof. M. Niyazî Eruslu ji hêla YOK3e ve ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.
Rektorên zanîngehê Dicle, Yalova û Gaziyê ku ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin, hatibûn binçavkirin jî. Rektora Zanîngeha Dicleyê Prof. Ayşegul Jale Saraç piştî binçavkirinê hatibû girtin.
(BK/YO)