Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rektorê Zanîngeha Artûklûyê Agirakçayî ji bianetê re got, ti biryareke wan a girtinê nîne. YOKê ferman daye û wan jî biryar bi cî kiriye.
Îro li ser medyaya civakî hatibû îdiakirin ku Senatoya Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê biryar girtiye û gotiye bila Enstîtuya Zimanên Zindî bê girtin. Biryar bi 17 dengên endamên Senatoyê hatiye qebûlkirin û li gorî vê biryarê wê Enstîtuya Zimanên Zindî û Enstîtuya Zanistên Fenê wê di bin Enstîtuya Zanistên Civakî de berdewam bikin.
Bixwîne - Zanîngeha Artûklûyê wê Enstîtuya Zimanên Zindî bigire
Çavkaniyên ji Zanîngeha Artûklûyê ji bianetê re gotibûn ku biryar ji ber “tedbîrên aboriyê” hatiye standin.
Rektorê Zanîngeha Mêrdînê Prof. Dr. Ahmet Agiarkaçî ev îdia piştrast nekir û got ku, “YOKê ferman da û wî jî biryar bi cî kir.”
Daxuyaniya Agirakçayî wiha ye:
“Girtin mirtin nîne, çi girtin çi hal. Beşa me ya ziman û wêjeya kurdî ya ku him lîsansa bilind, him lîsans him jî doktorayê dike heye. Min kadroyên profesoran daye wir, kadroyên doçentan daye wir. Me tiştekî wiha dibe?
“Biryara girtinî nîne”
“Biryara girtinê nîne. Di encama programa nû ya YOKê de ne tenê li ba me, li hemû zanîngehên li Tirkiyeyê, em sê zanîngeh in ku Zimanên Zindî tê de heye. Lê 114 zanîngehên dewletê heye, ya kêm 80 zanîngehên weqfan heye. Li 215 zanîngehên dewlet û weqfan heman tişt tê kirin. Di bin banekî de tên komkirin. Navê wê jî dê bibe Enstîtuya Hînkirin û Perwerdeyê ya Lîsansa Bilind. Saziyeke wiha ye ku wê lîsansa bilind û doktora lê bê kirin. Ziman û Çanda Kurdî, Ziman û Çanda Erebî, Ziman û Çanda Suryanî wê di nava wê de be.
“Ev ne biryara min e, YOKê ferman da, min jî bi cî kir. Ne tenê min, Zanîngeha Gaziyê jî heman tişt kir, hemû zanîngehên Enqereyê î kirin. Ez nizanim, gelek zanîngehên ji Ordûyê heta Ûşakê heman tişt kirine.
“Ez ê sibê dozê li wan vekim”
”Ji sibê û pê de ez ê dozê li van saziyên çapemeniyê vekim ku nûçeyên xelet çêkirine. Ji bo nûçeyên derew çêkirine û belav kirine, ji ber kû rûmeta rektoriya zanîngehê biçûk xistine ez ê dozê li wan vekim û 10 hezar lîreyan ji wan bixwazim. Ez ê vî pereyî li sêwiyên Mêrdînê belav bikim.
“Wezîfeya min qediya ye lê Serokomarî xwestiye ez bimînin
”Ev ne îdia ye, rast e. Di meha Adarê de wezîfeya min qediya. Lê Serokomarî xwest ku ez wezîfeya xwe berdewam bikim. Serokomarî bi zelalî gotiye, em ê kesî neşînin wir û bi Ahmet Xoceyî re berdewam bikin.” (FD)